Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên wekî gefên dewleta Tirk Ii dijî Bakurê Sûriyê û helwestên li dijî wê, rewşa baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya Dêrazorê, serdana serokê Sûdanê li Sûriyê, her wiha aloziya avakirina hikumetên Iraq û Lubnanê kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
17 kanûn, 2018   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Piştî ku Tirkiyeyê hêviya xwe ji têkbirina Esad qut kir, berê xwe da Kurdan

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb behsa gefên dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûriyê kir û wiha got: “Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ger serokê Sûriyê Beşar Esed di hilbijartinên demokratîk de bi ser ket, dê welatê wî careke din bi wî re bikeve nava têkiliyan. Ev yek jî diyar dike ku helwesta Tirkiyeyê ya ku di têkçûyîna Esad de bi israr bû, guheriye.”

Çavdêr dibînin ku helwesta wezîrê Tirkiyeyê ne nû ye, ji ber guhertinên ku li qada Sûriyê çêdibin û ev yek jî li gorî berjewendiyên serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad e.

Her wiha çavdêr destnîşan dikin Tirkiyeyê di salên dawîn de, hevalbendên xwe guhertin da ku pirtirîn nêzî eniya Rûsya û Îranê yên hevkarên Esad bibe.

El-Heyat: Zexta Amerîka û Ewropayê sînorekî ji destwerdana Tirkiyeyê re datîne

Rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha nivîsand: "Çavkaniyekî ji rayedarên Kurd ji El-Heyat re ragihandiye ku mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên serokê Tirkiyeyê Erdogan li dijî wê herêmê, êdî ne tenê mijareke herêmî ye, ew girêdayî lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê ne.”

Rojnameyê di berdewamiê de wiha got: “Washington û Bruksel ji bo danîna sînorekî ji gefên Erdogan re bi israr in. Têkiliya zêde ya hêzên Amerîka, Fransa û Îtalyayê bi Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) û zêdebûna Amerîkiyan li Girê Spî (Til Ebyed) û herêmên li ser sînor, ji Enqereyê re diyar dike ku ne hêsan e artêşa wê gefên xwe pêk bîne.

Her wiha endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Sîhanok Dîbo ji El-Heyat re wiha axivî: “Gefên Tirkiyeyê cidî ne û ji destpêka aloziya Sûriyê ve ev gef dewam dikin. Di hundir de jî gelê me û QSD`ê amade ne. Her wiha  di aliyê derve de jî, Koalîsyona Navneteweyî destûrê nade ku Tirkiye bi pêş de were. Ji aliyekî din ve jî, dagirkirina Tirkiyeyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakeve xizmeta berjewendiyên Rûsya û Şamê. Lê eger Tirkiyeyê gefên xwe pêk anîn, ev yek tê wateya parçekirina Sûriyê.”

Şerq El-Ewset: Koalîsyonê baregeha navenda fermandariya DAIŞ`ê rûxand

Rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser şerê li dijî DAIŞ`ê li bejahiya Dêrazorê û wiha got: “Li gorî daxuyaniya artêşa Amerîkayê, koalîsyona leşkerî ya bi serkêşiya Amerîkayê navenda fermandariya rêxistina DAIŞ`ê li mizgefta Hecînê rûxand.”

Her wiha girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Quds El-Erebî behsa serdana serokê Sûdanê li Sûriyê kir û got: "Ajansa Sûriyê Sana ragihand ku serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr duh serdana Şamê kir. El-Beşîr ji aliyê serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan behsa têkiliyên hevbeş û rewşa dawîn a Sûriyê û herêmê kir.”

Iraq

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Iraqê de got: "Piştî lihevkirina di navbera bilokên siyasî ku dê aloziya bernamzetên her 8 cihên vala yên hikumeta Adil Abdulmehdî çareser bikin,  hindek hêvî derket holê.”

Yemen

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Yemenê de wiha nivîsand: "Lihevkirina El-Hudeyda ku yek ji encamên lihevkirina Stokhulm a Yemenê ji roja Sêşemêdê dê têkeve miryetê. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî bi rêya telefonê ji El-Şeriq El-Ewset re diyar kir ku karmendên navnetewî dê doza jinûve belavkirina hêzan li El-Hûdeyda û vekşîna hêzên El-Hûsî, bişopînin û destnîşan kir ku komîteya Hevkariyê ya jinûve belavkirinê dê di navde nûnerên ji hikumetê û aliyê El-Hûsî hebin."

Lubnan

Her wiha rojnameya El-Heyat der barê rewşa Lubnanê de got: “Wezîrê karên derve yê Lubnanê û serokê El-Teyar El-Wetenî El-Hur Cubran Basîl hêvî kir ku divê hemû roj cejn bin û ew ê bi avakirina hikumetê cejnekê pîroz bikin.”

Filistîn

Der barê rewşa Filistînê de jî, rojnameya El-Ereb wiha got: “Piştî hewldanên Îsraîlê ku rola desthilatdariya niştîmanî ya Filistînê kêm bike, serokê Filistînê Mehmûd Ebas (Ebû Mazin) wê roja Sêşemê serdana Urdunê bike û paşê dê serdana Qahîreyê bike da ku alîkariyê ji du paytextên Erebî bigire da ku hikumeta niştîmanî ya Filistînê neyê hilweşandin."

(ekîb)