'Heta azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomîn in’

 Jinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî ne, destnîşan kirin, ew dest ji fikir û felsefeya Ocalan bernadin û teqezkirin ku heta azadiya Ocalan ew dê tekoşîn bikin û berxwedanê bidomîn in.

'Heta azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomîn in’
'Heta azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomîn in’
'Heta azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomîn in’
'Heta azadiya Ocalan em ê têkoşînê bidomîn in’
17 kanûn, 2018   08:49

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Ji bo şikandina tecrîda girankirî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya hatî ferzkirin, di serî de hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li girtîgehên Tirkiyê dayî destpêkirin û pêre belavî tevahî cîhanê bûyî berdewame. Kongreya Star a kantona Efrînê jî bi heman arcamcê û piştgiriya çalakiyên birçîbûnê, li herêma Şehbayê bi tevlîbûna sedan jin greva birçîbûnê da destpêkirin.

Di çalakiyê de gelek jinên ku li Sûriyê di dîrokên cuda de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanîne jî tevlî çalakiyê bûn.

Jina bi navê Zêno Xelîl (50), carekî li Lubnan û carekî jî li Helebê bi Ocalan re runiştiye. Zêno diyar kir ku Ocalan kesek dilnizim û enerjiya erênî li herkesî derdorê xwe belav dikir.

Zêno wiha qala hevdîtinên xwe bi Ocalan re kir: “Ocalan di her runiştina xwe ya bi gel de, pêwîstiya sekinandina li hember pergalên deshilatdar û belavkirina fikra demokratîk di navbera hemû gelên Rojhilata Navîn teqez dikir.”

 Di dawiya gotinên xwe de Zêno pêwîstiya bilindkirina asta têkoşînê û daxwaza rakirina tecrîdê teqez kir û wiha got: "Azadiya Ocalan, azadiya me ye."

‘Me tehemulî hemû zextan kir û em ê têkoşîna xwe bidomîn in’

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komploye navdewletî hat girtin, li gelek herêmên Sûriyê greva birçûbûnê hat destpêkirin. Li rexma zexta rejîma Baas, dîsa gel dest ji tekoşîna xwe berneda. Yek ji van kesên ku di çalakiyan de cih girtî jî Esmehan Resûl bû..

Esmehan girêdayî wê demê axivî û wiha qala tundiya rejîmê kir: “Me tehemulî hemû zextên rêjîma Sûriyê kir û me li ber xwe da. Heta em tecrîdê bişikînin emê li berxwebidin.”

Her wiha Esmehan bang li hemû dewletên cîhanê yên ku banga demokrasiyê dikin, kir ku ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên Tirkiyê bixebitin.   

‘Heta em Ocalan nebînin em dest ji doza xwe bernadin’

Ji aliyê xwe ve jina bi nave Gulê Cemo destnîşan kir ku tiştek li tevahiya cîhanê li hember têkoşîna wan ji bo jiyaneke azad nebe asteng û wiha axivî: “Komploya navdewletî fikrên Ocalan kirin hedef, lê em ê dest ji fikr û rêgezên Ocalan bernedin û heta dîtina Ocalan em ê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de dayika Gulê soza berdewamkirina têkoşînê û mayîna li qadan heta serkeftinê û rakirina tecrîdê da.

(şx)

ANHA