Îshaq: Divê hikumeta Sûriyê li hemberê gefên Erdogan bisekine

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryan Afram Îshaq got, dewleta Tirk  gefên binpêkirina xaka Sûriyeyê dixwe û anî ziman ku pêwîste hikûmeta Sûriyê li hember van gefan bêdeng nemîne.

Îshaq: Divê hikumeta Sûriyê li hemberê gefên Erdogan bisekine
17 kanûn, 2018   05:20

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Serokkomrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 12'ê Kanûnê gefa operasyoneke leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar, Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryan Afram Îshaq ji ajansa me re axivî û got, gefên Tirkiyê li ser tevhaiya xaka Sûriyê xeteriyek e, ji bo rê li ber dagirkriyê were girtin, parastin û têkoşîn pêwîst e.

Afram Îshaq dibîne ku Tirkiyê bi gefên xwe cidî ne û diyar kir  gefên Erdogan ji bo tevahiya xaka Sûriyê xeteriyek e, ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji erdnîgariya Sûriyê ye.

Îshaq bal kişand ku Tirkiye ji bo vejandina imparatoriya Osmanî li herêmê, gefa êrîşan dixwe û wiha domand: "Em van gefên dawî yên Erdogan ku wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike şermezar dikin."

Îshaq di berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku pêwîste her kes ji guhertin ku îhtîmale di rojên pêş de derkevin amade bin.

Îshaq anî ziman  ku gefên Tirkiyê ne tenê li dijî partiyekî yan jî pêkhateyekê ye, di heman demê de hemû pêkhateiyên herêmê û partiyan dike hedef, ji ber wê dibîne ku divê hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl yekîtiya xwe ava bikin û bi hemû şêwazên rewa herêmê biparêzin û bi hewldanên derxistina fitn û fesadiyê neyên xapandin.

Îshaq wiha domand: "Dema dewleta Tirk êrîşî Cerablus kir û ew dagir kir Kurd li wir tunebûn. Ji ber wê projeya Erdogan hemû erdnîgariya Sûriyê ye. Ji lew re pêwîstiya me bi yekîtiyeke niştimanî heye da ku li hember gefên Tirkiyê bisekinin û herêmên xwe biparêzin."

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryan Afram Îshaq gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk ji bo tevahî xaka Sûriyê xeteriyek e, dagirkirina Ezaz, Cerablus, Bab û Efrînê mînaka herî ber bi çave. Ji lew re divê hikumeta Sûriyê û hemû hêzên neteweyî yên Sûriyê li hember gefên Tirkiyê bisekinin. Ji ber ku Tirkiye xaka Sûriyê dagir kiriye."

(şx)

ANHA