‘Em şer naxwazin, lê eger êrîş bikin em ê jî li ber xwe bidin’

Gelê navçeya Dirbêsiyê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûrê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Em şer naxwazin, lê eger êrîş bikin em ê jî li ber xwe bidin.”

‘Em şer naxwazin, lê eger êrîş bikin em ê jî li ber xwe bidin’
17 kanûn, 2018   07:01

HESEKÊ

Gelê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, bertek nîşanî gefên Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyîp Erdogan dan û diyar kirin ku ew şer naxwazin, lê eger êrîş bikin dê ew jî li ber xwe bidin.

‘Erdogan dixwaze tunekirina DAIŞ’ê asteng bike’

Welatiya bi navê Merdiyê Ehmed bal kişand li ser têkiliyên DAIŞ û Erdogan û wiha got: "Piştî ku gelên herêmê gelek destkeftî bi destxistin, QSD'ê û YPJ/ YPG'ê teror ji herêmê qewirandin, niha Tirkiye bi rêya dagirkirina herêmê hewl dide oparasyona tunekirina DAIŞ'ê asteng bike. Ji ber ku ew piştgirê herî rast ê terorê ye.”

Merdiyê anî ziman ku gelê herêmê şer naxwaz e, lê ger dewleta dagirker êrîşî wan bike, wê demê ew ê jî li ber xwe bidin û xwe bi parêzin.

‘Herêm bi saya YPG/YPJ û QSD’ê aram e’

Welatiyê bi nave Ebdullwehap Til Kermê jî destnîşan kir ku gelên herêmê bi saya YPG/ YPJ û QSD’ê di aramiyê de dijîn û gotinên xwe wiha berdewam kir:“Em dagirkiriya xaka xwe red dikin û em bi zarok,  kal û pîrên xwe ve li hember vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Xelîl Dawûd jî da zanîn ku Erdogan dixwaze bi gef û êrîşên xwe aramiya li herêmê xirab bike û wiha axivî: “Bi dagirkirina herêmê re dixwaze xêr û berketa wê ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan talan bike.”

(şx)

ANHA