ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.12.2018
17 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şervanekî YPG‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû bi merasîmekê li goristana şehîd Îsmaîl tê veşartin, saet 09:00. Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanekî QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar dispêrin axê, saet 12:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê sersaxiyê ji malbata têkoşer Sêal Zagros re dixwazin ku li Çiyayê Qendîlê şehîd bibû. Konê sersaxiyê li gundê Girê Berî tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi her 7 komîte û desteyên karûbarên derve re dicive .(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên konvedanê li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê ku bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatiye lidarxistin di roja duyemîn de didome .(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmên Rojhilatê Firatê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li navçeya Ehdasê lidar dixin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbesiyê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Em şer naxwazin, lê eger pêk hat em amad ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx êlên El-Bû Essaf Ubeyd Xelîl El-Hesan teqez kir ku li hember her êrîşekê li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew amade ne piştgiriya QSD'ê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryan Afram Ishaq got, dewleta Tirk xaka Sûriyeyê tehdîd dike û anî ziman ku divê hikûmeta Sûriyê li hember gefên Tirkiyê bertek nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê yê buroya Tebqayê Musena Ebdulkerîm got: "Ji kîjan bingehê opozîsyona derve amadekariyan avakirina komîteyan destûrî dike û di eynê demê de xaka Sûriyê dagirkirî! "Ebdulkerîm diyar kir ew ji danûstandina Sûrî-Sûrî vekirî ne û wekî tekane rêya çareseriyê dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine destnîşan kirin ku ew dest ji fikr û rêgezên Ocalan bernadin û teqez kirin ku ta rakirina tecrîdê ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Reqayê destnîşan kirin ku Erdogan bi gefên xwe yên dawî hewl dide aloziya Tirkiyê ya hundirîn derbasî dewletên cîran bike û bala cîhanê ji pirsgirêkê xwe yên hundirîn û piştgiriya wê ya bi DAIŞ'a dûr bixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji roja ku hatî dine astengdar e, lê ji astengiyê re teslîm nebû û jiyana xwe ya asayî didomîne bêyî ku alîkariyê ji kesî bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Minbicê der barê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyê dide, saet 10:00.

CIVAK Û JIYAN

-Di salên dawî de li tevahî Sûriyê bi taybet li Reqayê beşê xwedîkirina mirîşkan rastî gelek astengiyan hat, lê tevî vê yekê jî wekî beşeke girîng di aboriya herêmê de û peydakirina derfetên kar li herêmê tê dîtin.

-Saziya Sadkopê bi hevkariya komîn û meclisan belavkirina mazotê li şêniyên bajaroka Hemrat didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Tenduristiyê ya herêma Ebû Xeşeb a bakurê Dêrazorê ku tekane navend li herêmê ye rojane zêdeyî 100 nexweşan derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA