Ji ber topbarana çeteyên Tirk, kuştî û birîndarên rêjîmê çêbûn

Li gorî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh parêzgeha Heleb, Hema û Laziqiye topbaran kirin. Di encamê de 3 endamên hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Ji ber topbarana çeteyên Tirk, kuştî û birîndarên rêjîmê çêbûn
16 kanûn, 2018   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tas a Rûsyayê li ser zimanê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Sergey Solomatine diyar kir ku duh terorîstan bi topên hewanê Beyt Sîwan, Bayir, Sefsafe, Beşrefe yên parêzgeha Laziqiye û Zor El-Mehrûqa, Ebo Dalî, Etşan ên parêzgeha Hemayê 2 caran û her wiha Til El-Memo, aliyên başûrê rojava û taxa El-Sikerî yên parêzgeha Helebê 3 caran topbaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama topbarana li ser Til El-Memoyê de 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn, her wiha li aliyê başûrê rojavayê Helebê leşkerek hate kuştin.

Serokê Rûsyayê Vladimiî Pûtîn û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan 17`ê Îlonê der barê avakirina herêmeke bêçek li parêzgeha Heleb, Hema, Idlilb û Laziqiye de li hev kiribû. Li gorî lihevkinê divê Tirkiye ku alîkariyê dide komên çete, li herêmê heta 10`ê Mijdarê çekên giran ji komên çete bigirtana û çete ji herêmê vekişandana û paşê heta 15`ê Mijdarê çeteyan ji wê herêmê derxistana, lê Tirkiye heta niha li gorî peymanê tev negeriyaye.

Ji roja destpêka ragihandina peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, şerê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyeyê li wê herêmê ango herêma bêçek, ranewestiyaye.

Rûsyayê gelek caran diyar kir ku alîgira wê Tirkiyeyê nikarîbû peymana wan li herêmên ku di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de pêk bîne.

(bx)