‘Tirkiye hewl dide demografyaya herêmê biguherîne’

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê da xuyakirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi rêya kiryarên xwe yên hovane dixwaze demografyaya herêmê biguherîne, divê Neteweyên Yekbûyî û hemû rewşenbîrên li cîhanê bi erka xwe ya dîrokî rabin û parastina gelên ku rastî gefên Tirkiyeyê tên, bikin.

‘Tirkiye hewl dide demografyaya herêmê biguherîne’
15 kanûn, 2018   13:35

QAMIŞLO

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Firatê didomîne. Ji aliyê her kesî ve gefên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin, çalakî û hemleyên şermezarkirina van gefan û bêdengiya navneteweyî hatin lidarxistin. Der barê mijarê de Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, gef şermezar kirin. 

Bi dehan rewşenbîr û endamên Yekitiya Rewşenbîrên a Herêma Cizîrê îro li pêşiya navenda yekitiyê kom bûn û berê xwe da navenda rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî. Rewşenbîran li pêşiya navenda rêxistinê bi zimanê kurdî û erebî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Rewşenbîran Hûda Şêxmûs bi zimanê erebî û endama desteya rêveberiya yekitiyê Kurdiyar Dirêyê bi zimanê kurdî hate xwendin. 

Yekitiya Rewşenbîrên a Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de xwest Neteweyên Yekbûyî û hemû rewşenbîrên li cîhanê û xwedî pênûsên azad, bi erka xwe ya dîrokî ya parastina gelên ku rastî gefên Tirkiyeyê tên, rabin.

Yekitiya Rewşenbîran bang li hemû hêzên neteweyî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî terora dewleta Tirkiyeyê bisekinin, her wiha bang li hikumeta Sûriyê kirin ku bi awayekî cidî li dijî gefên Tirkiyeyê nêrîna xwe diyar bike û wiha got: “Tirkiyeyê hewl dide bi rêya gefên xwe hinekî din ji xaka Sûriyê dagir bike, Efrîn birîneke kûr e di dilê me de û mînaka herî hovane ya dagirkeriya Tirkiyeyê ye, bi rêya kiriyarên xwe yên hovane û tetrîkkirina herêmê (guherandina demografyaya herêmê) li Efrînê ye." 

Der barê mijarê de rewşenbîrên herêma Cizîrê bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî cidî li ser gefên dewleta Tirk bisekine û êrîşên li ser gelê Mexmûrê û Şengalê şermezar bike û wiha bi dawî kir: "Ev êrîş bi gefên li ser rojhilatê Firatê re bû, armanc jê derbeyê li yekitiya neteweyî û kurdî bixe û projeya demokratîk qels û zeîf bike."

(jo)

ANHA