Çeteyên Tirk îşkence li malbatekê kir û mala wan talan kir

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi ser mala malbateke Efrînê de girt. Çeteyan destê jinê şikand û zêrên ku bi xwe xistibûn, jê dizîn û bi awayekî hovane îşkence lê kirin. Dûre dikana malbatê ya li rex malê talan kirin. 

Çeteyên Tirk îşkence li malbatekê kir û mala wan talan kir
15 kanûn, 2018   11:03

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî ji Efrînê ragihand ku çeteyên rûyên xwe maskeyan girtî, bi ser mala şêniyê bi navê Mistefa Faris de girt. Çavkanî diyar kir ku piştî destê hevjîna wî şikandin, zêrên ku bi xwe xistibûn, jê dizîn.

Heman çavkanî anî ziman ku çeteyan tiştên di hundirê dikana Mistefa Faris de dizîn û ew birin cihekî nediyar û bi awayekî hovane îşkence lê kirin û piştre ew avêtin nav darên li ser rêya gundê Tirindê.

(ekîb)

ANHA