Piştî meşa 13 saetan bi destê QSD’ê hatin rizgarkirin

Welatiyê bi navê Ehmed Ebid El-Menaf ji herêma Sûsê ye. Tevî malbata xwe ji herêmê derdikeve û wiha rêwîtiya rizgarkirina xwe dibêje: “Me ji destê çeteyên DAIŞ`ê gelek zilm û zordarî dît. Ez û zarokên xwe birçî ji herêmê reviyan.”

Piştî meşa 13 saetan bi destê QSD’ê hatin rizgarkirin
Piştî meşa 13 saetan bi destê QSD’ê hatin rizgarkirin
Piştî meşa 13 saetan bi destê QSD’ê hatin rizgarkirin
Piştî meşa 13 saetan bi destê QSD’ê hatin rizgarkirin
Piştî meşa 13 saetan bi destê QSD’ê hatin rizgarkirin
15 kanûn, 2018   10:54

DÊREZOR

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şevê din li herêmên Hecîn, El-Şefaa û El-Sûse di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de zêdetirî 400 sivîl ku di nava wan de penaberên Iraqê jî hebûn, rizgar kirin. Sivîlên ku ji aliyê QSD`ê ve hatin rizgarkirin ber bi herêmên ewle ve hatin birin.

Ebid El-Menaf got ew saet di 02:00`an de ji Sûsê derketin. Heta danê êvarê meşiyan û xwe gihandin herêmên QSD’ê û hêzên QSD’ê ew bi ber bi herêmên ewle ve birin. El-Menaf diyar kir ku ew û zarokên xwe birçî ji ber zilm û zora çeteyan DAIŞ`ê reviyan, ber bi herêmên QSD`ê ve çûn û şervanan ew bi awayekî baş pêşwazî kirin.

Piştî  ku sivîl gihîştin herêmên ewle yên ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin, şervanan ji wan re erebe peyda kirin da ku wan bi rê bikin kampên koçberan ên li gundewarên bajarê Hesekê, heta ku herêmên wan werin rizgarkirin û aramî û ewlehî were peydakirin.

Tişta ku bala mirovan dikişîne ku beriya sivîl bi rê bikevin, cigare xwestin. Şervanan jî xwesteka wan pêk anî. Sivîlên ku hatine rizgarkirin diyar kir ku wan ji beriya salekê ve cigare nekişandiye, ji ber ku pir buha bûn û her pakêtek bi 40 hezar lîreyên Sûriyê bû. Ji ber wê neçar diman ku pelên çayê bikin cigare û bikişînin.

 13 saetan meşiyan

Ciwanê bi navê Ayid Hedad ê ji herêma El-Qayîm a parêzgeha El-Enbar a Iraqê, diyar kir ku piştî ew ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ji Iraqê reviya, ew di Sûriyê de asê ma, her wiha destnîşan kir ku wan dixwest ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bireve lê ji ber pereyên zêde dihat xwestin ew di herêmê de ma.

Ayid got dema ku dixwest birevin çeteyên DAIŞ’ê li pey wan ketin, kalemêrek girtin, ew li dû motorsîklêtekî girêdan da ku metirsiyan bixin nava şêniyan.

Ciwanê Iraqî diyar kir ku ew bi şevê bi awayekî veşartî derketin û got ew û zarokên xwe 13 saetan birçî meşiyan û zarokan wan nexweş ketin.

Şervanên QSD`ê ji destpêka ku dest bi hemleya Şerê Tunekirina Terorê kirine, zêdetirî 2 hezar sivîl rizgar kirin û hemle li dijî çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê di meha xwe ya 4`mîn de didome.

(ekîb)

ANHA