Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro, behsa mijarên Sûriyê û nexasim pêşveçûyîna QSD`ê di baregehên DAIŞ`ê yên dawîn li Dêrazorê, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Iraq û hin mijarên din kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
15 kanûn, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Hêzên Sûriya Demokratîk hindik maye ku Hecînê ji destê DAIŞ`ê derxin

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat bal kişand ser pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê. Berdevka pêngavê Lîlwa Abdullah ji rojnameyê re wiha  got: “Operasyonên leşkerî heta niha dewam dikin. Hêzên me bi pêş ve diçin û şer giran e… Di demeke nêz de em ê mizgîniya rizgarkirina tevahiya Hecînê bidin.”

Çavkaniyekî ji Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku QSD`ê Hecîn xistiye bin serweriya xwe, lê hin şaneyên biçûk di bajarok de mane, ew jî dê di rojek an du rojan de werin tunekirin.

El-Quds El-Erebî: Enqereyê asta gefên êrîşkirina li dijî yekîneyên kurdî bilind kir

Rojnameya El-Quds El-Erebî bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Serokê Tirkiyeyê Erdogan roja Înê asta gefên xwe li dijî yekîneyên kurdî zêde kirin û got ew ê operasyoneke leşkerî li dijî Minbic û rojhilatê çemê Firatê yê Bakurê Sûriyê li dar bixe. Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde kirine, her wiha yekîneyên kurdî jî li rojhilatê Firatê, xwe amade kiriye. Di heman demê de, têkildarî mijarê di navbera Enqere û Washingtonê de peywendî di asta jor de hene.”

Şerq El-Ewset: Femandarê YPG`ê; Şam lê temaşe dike, Moskov jî kêfxweş e

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel Sîpan Hemo duh ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivî û wiha got: “Rayedarên Rûsyayê bi gefên artêşa Tirk li dijî YPG û Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêfxweş in. Şam jî li van gefan temaşe dike û ji bo parastina sînorê dewleta Sûriyê bi tu însiyatîfan ranabe. Her wiha artêşa Amerîkayê jî lez da avakirina noqteyên çavdêriyê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyeyê û dewriyeyên xwe zêde kirin.” Hemo bang li dewleta Sûriyê kir ku dive sînorê Sûriyê tevî axa wê biparêze û ew amade ne bi xebateke hevbeş ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê.

El-Ereb: Amerîka li rojhilatê Firatê Erdogan tengav dike

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Ereb wiha destnîşan kir: “Ji daxuyaniyên Erdogan ên roja Înê diyar dibe ku der barê rewşa rojhilatê Firatê de, gav paşde avêtin. Lê beriya du rojan asta gefên xwe zêde kiribûn û gotibû ew ê di van rojan de operasyoneke leşkerî li dijî herêmên di bin serweriya Kurdan de li dar bixe.

Ji aliyekî din ve jî, serokatiya Tirkiyeyê eşkere kir ku serokê Tirkiyeyê û serokê Amerîkayê der barê Bakurê Sûriyê de li ser telefonê axivîn. Diyar dibe ku Trump ji Erdogan re gotiye ku derfet tune ye ku li rojhilatê Firatê tu operasyonan li dar bixe.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got ku careke din çalakî li Besrayê têne lidarxistin û wiha dewam kir: “Hevbendiya siyasî ku Muqteda El-Sedr û Emar El-Hekîm serkêşiya wê dikin, ji bo bidestxistina rêveberiya Besrayê, ji hêzên Iraqî yên nêzî Îranê têk çûn. Lewra bi sedan ji welatiyên bajar daketin qadan.”

Filistîn

Her wiha têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya El-Şerq El-Ewset bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de û manşeteke xwe wiha bi nav kir: “Li Dufa El-Xerbî duh şer giran bû. Di navbera çalakvan û hêzên Îsraîlê de li têketina Ramallah û navenda bajar şerekî giran rû da.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Tê payîn ku Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyî roja çarşemê, biryarên ku aliyên şer ên Yemenê li Stockholmê li ser hev kirine, bixe dengdayînê.

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyeyê, rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha danî: "Siyasetên serokê Tirkiyeyê Erdogan ên tolrakirinê û zordariyê li dijî bi hezaran karmendên Tirk dewam dikin.”

(kc)