Nesredîn Îbrahîm: Tirkiye hewl dide projeya Sûriyeya nenavendî asteng bike

Sekreterê Partiya Demokatîk a Kurd li Sûriyeyê Nesredîn Îbrahîm got Tirkiyê hewldanên xwe yên derbekirina projeya Sûriyeya pirreng a nenavendî ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li derdora wê kom bûne, didomîne. Nesredîn Îbrahîm li hemberî hemû êrîşên muhtemel, banga hevgirtinê li gelên herêmê kir.

Nesredîn Îbrahîm: Tirkiye hewl dide projeya Sûriyeya nenavendî asteng bike
15 kanûn, 2018   09:00

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Partiya Demokatîk a Kurd li Sûriyeyê Nesredîn Îbrahîm ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku Tirkiye bi gefên xwe hewl dide îradeya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û projeya wan a avakirina Sûriyeyeke nenavendî û pirreng têk bibe. Îbrahîm diyar kir ku Tirkiye bi gefan dixwaze krîza xwe ya hundirîn derbasî welatên din bike. Nesredîn Îbrahîm li hember gefên Tirkiyeyê banga yekitiyê li gelê herêmê kir.

Sekreterê Partiya Demokatîk a Kurd li Sûriyeyê Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî projeya Sûriyeya pirreng a nenavendî ku hemû pêkhateyên herêmê wek bingeha çareseriyê dibîne, didomin û wiha anî ziman: "Bêguman siyaseta dewleta Tirk ku AKP-Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin meşandin, xuya ye. Polîtîkayên dewleta Tirk projeya demokratîk dike hedef ku wek çareseriya krîza Sûriyeya hatiye pêşniyarkirin. Her wiha hewl dide jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibe. Tirkiye naxwaze projeya Sûriyeya pirreng a nenavendî bi ser bikeve, li ser vî esasî car caran gefan li herêmê dixwe."

‘Tirkiye hewl dide krîza xwe ya siyasî û aborî derxe derve’

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de armanca gefên dawîn ên dagirkeriya Tirkiyeyê ku operasyoneke leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin, bi van gotinan diyar kir: "Gefên Tirkiyeyê yên dawîn li dijî rojhilatê Firatê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek armancên xwe hene. Yek; nîşana têkçûyîna siyaseta xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava diyar dike, her wiha dixwaze fişarê li hêzên navdewletî bike da ku serkeftinên mezintir di aliyê siyasî û dîplomatîk de bi dest bixe. Di heman demê de Tirkiye hewl dide bi vê yekê krîza xwe ya siyasî û aborî derbasî derve bike û gelê Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên Adarê nêzî xwe bike."

‘Îdiayên Tirkiyeyê siyasî ne, tevna civaka Sûriyeyê dikin hedef’

Têkildarî daxuyaniyên Erdogan ku dibêje hêzên kurdî li rojhilatê Firatê bike hedef, Nesredîn Îbrahîm anî ziman ku AKP û serokê Tirkiyeyê Erdogan bi van daxuyaniyên xwe dixwaze lîstokên siyasî bilîze û bi van siyasetên xwe dixwaze pêkhateyên herêmê ji hev qut bike. Îbrahîm got Erdoagn hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî berjewendiyên xwe yên mêtingerî dibîne, lewre bi hemû rêbazan hewl dide tevna civakî ya Sûriyeyê xirab bike.

‘Li hemberî êrîşên derve hevgirtin pêwîst e’

Nesredîn Îbrahîm di dawiya gotinên xwe de li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  banga hevgirtinê kir û ev tişt anî ziman: "Siyaseta dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar e. Li ser vê yekê divê hemû aliyên kurdî û partiyên siyasî yekitiya xwe ava bikin û xîtaba xwe bikin yek da ku bigihîjin kongreya neteweyî ya Kurdistanê ku hemû aliyên Kurdistanê li hev bicivîn û bi pêkhateyên herêmê re li hemberî planên dewleta Tirk bisekinin."

ANHA