YPG`ê li Bilbilê û Şera li dagirkeran xist, kuştî û birîndar hene

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku şervanên me li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Bilbilê û Şera çalakî lidar xistine û di encamê kuştî û birîndar çeteyan çêbûn.

YPG`ê li Bilbilê û Şera li dagirkeran xist, kuştî û birîndar hene
15 kanûn, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihandin ku yekîneyên wan di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li gundên navçeya Bilbilê û Şera 2 çalakî li dar xistin.

Li gorî daxuyaniya navendê dateyên çalakiyan wiha ne:

- 14’ê Kanunê yekîneyeke me di navbera gundên Dêrsiwanê û Nebî Hurî yên girêdayî navçeya Şera li dijî baregeheke leşkerî ya çeteyên Feylaq El-Şam çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

-Di heman demê de yekîneyeke me li dijî seyareyeke leşkerî ya çeteyên Sultan Murad li gundê Qestelê Miqdad a navçeya Bilbilê çalakiyek sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

(kc)