Neteweyên Yekbûyî dema gihandina alîkariya ji Sûriyê re dirêj kir

Neteweyên Yekbûyî awayê gihandina alîkariyan li Sûriyê, ji bo saleke din dirêj kir. Serokê kar û barên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Mark Enoch tekez kir ku ew hewl didin bi awayekî çalak û berpirsyar parastina alîkariyan bikin.  

Neteweyên Yekbûyî dema gihandina alîkariya ji Sûriyê re dirêj kir
14 kanûn, 2018   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press diyar kir ku Meclisa Ewlekariyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî deng da ku ew ê alîkariyên mirovî ji bo saleke din di sînor re derbasî Sûriyê bikin û destnîşan kir ku ew aciz in ku şerê li bajaran dewam dike û rewşa mirovî aloztir dibe.

Ji aliyê xwe ve serokê kar û barên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Mark Enoch spasiya meclisê kir ku biryar erê kiriye û wiha got: "Derbaskirina alîkariyan di sînor re, rihê jiyanê ji bo milyonan gelê Sûriyê ye, ji ber ku tu rêyên din tune ne ku piştgiriya wan bikin. Em ê hewl bidin bi awayekî çalak û berpirsyar parastina alîkariyan bikin.”

Mark teqez kir ku bi taybet li bakurê rojavayê Sûriyê rewş gelekî zehmet e, hîna 3 milyon kes çavên wan li alîkariyê ye ku di sînor re derbas dibe.

(jo)