El-Caferî: Tirkiye sînor ji bo derbasbûna terorîstan bi kar tîne

Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî di civîna Meclisa Ewlehiyê de ku tê de dirêjkirina mekanîzmaya alîkariyan ber bi Sûriyê ve hate erêkirin, êrîşî Tirkiye kir. El-Caferî teqez kir ku Tirkiye korîdoran bi kar tîne da ku terorîst û cebilxaneyan derbasî Sûriyê bike.

El-Caferî: Tirkiye sînor ji bo derbasbûna terorîstan bi kar tîne
14 kanûn, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh biryara ku alîkariya mirovî bi rêya sînor derbasî Sûriyê were kirin, erê kir. Di civînê de nûnerê Sûriyê yê li gel NY`yê Beşar El-Caferî got hêzên navneteweyî alîkariyê nikarin bi rêya sînor bigihînin kesên hewcedar.

El-Caferî diyar kir ku alîkariyan li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de ber bi herêmên "komên terorîst" ve belav dibin ku alîkariyan digirin û li çete û malbatên xwe belav dikin.

l-Caferî got rêjîma Tirkiyeyê korîdorên li ser sînorê Sûriyê bi kar tîne da ku li şûna alîkariyan cebilxaneyê ji bo terorîstan derbas bike. El-Caferî wiha got: "Erebeyên ku qaşo yên alîkariyên mirovî ne, tu alîkarî tê de tune ye lê belê tijî cebilxane ne."

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker alîkariya komên çete bi hemû şêwazan dike. Her wiha dewleta Tirk balafirgehên welatê xwe li pêşiya çeteyên ji hemû cîhanê vekir û derbaskirina wan ji Sûriyê û Iraqê re hêsan kir da ku tevlî çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra bibin.

(bx)