Bi deh hezaran şêniyên Firatê bersiv dan gefxwarinên Erdogan

Bi armanca şermezarkirina gefxwarinên Serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê li bajarê Kobanê meşiyan.

Bi deh hezaran şêniyên Firatê bersiv dan gefxwarinên Erdogan
Bi deh hezaran şêniyên Firatê bersiv dan gefxwarinên Erdogan
Bi deh hezaran şêniyên Firatê bersiv dan gefxwarinên Erdogan
Bi deh hezaran şêniyên Firatê bersiv dan gefxwarinên Erdogan
13 kanûn, 2018   14:54

KOBANÊ

Bi deh hezaran şêniyên Firatê ji bo şermezarkirina gefxwarinên Erdogan ku wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, li nêzî sînorên Tirkiyê meşiyan.

Girseya gel li qada Jina Azad kom bûn û pankartên”Erdogan ji bo vejandina dewleta Osmanî gefan dixwe”,”Êrîşên ser Kobanê, vejandina DAIŞ'ê ye”û “Gefxwarinên we me natirsînin, israra me ya berxwedanê zêde dike' rakiribûn.

Welatiyên gund û bajarokên herêma Firatê, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kurd tev li meşê bûn. Meş di kolana Şehîd Sariya Ozgur (48) dewam kir.

Meş li qada Şehîd Egîd a li nêzî sînorên Tirkiyê veguherî mitingê. Di mitingê de Endama Rêveber a Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk a Kantona Kobanê Dîlber Yûsif axivî û got divê cîhan bizanibe ku bajarê ku rastî gefxwarinên Tirkiyê tê ew heman bajarê ku şerê xetertirîn komên terorîst kiriye.

Dîlber bang li dewletên Koalîsyona Navdewletî kir ku helwestên xwe li hember gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin, her wiha divê rêjîma Sûriyê jî wekî her carê ku Erdogan gef li herêmê dixwe bêdeng dimîne, helwesta xwe nîşan bide.

Miting bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

Îro li gelek bajarên Bakurê Sûriyê ji bo israrkirina li ser berxwedan û têkoşînê û gel dakete qadan.

(şx)

ANHA