Gelek partiyan gefxwarinên Tirkiyê red kirin

Gelek partiyên Kurdî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku armanca dijminahiya Tirkiyê derbkirina destkeftiyên gelê Kurd e û têkbirina projeya demokratîk e.

Gelek partiyan gefxwarinên Tirkiyê red kirin
13 kanûn, 2018   15:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek partiyên siyasî yên kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê li rex hêzên ku herêmê diparêzin, bisekinin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wekî partiyên ku wan li ser vê daxuyaniyê îmze kirine, gefên li dijî herêmên bi ewle bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku ev gefxwarin nakeve xizmeta gelê Sûriyê.

Di daxuyaniyê de, hate zanîn ku gefxwarinên  Tirkiyê careke din teqez dibe ku ew piştgiriya terorîstên ku niha henaseyên xwe yên dawî li ser destê QSD`ê dikşînin, dike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ev dijminahî di rastiya xwe de li dijî destkeftiyên gelê Kurd ku di salên dawî de bi destxistine û têkbirina projeya demokratîk a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê bang hemû gelê Sûriyê hate kirin ku li dijî van gefan yekrêziya xwe çêbikin, her wiha bang li gelê Kurd ê li derve hate kirin ku meşên aştiyane lidar bixin û dengê gelên herêmê bighêjînin NY û rêxistinên cîhanî yên ku parastina mafên mirovan dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ew ê li rex hêzên ku gel û herêmê diparêzin bisekinin.

Partiyên ku ev partî derxistine wiha ne:

-Partiya Azadî ya Kurdistanê

-Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

-Partiya Niştimanî ya Kurdistanê

-Partiya Biratî ya Kurdistanê

-Partiya Yekitiya Niştimanî ya Azad

-Partiya Têkoşîna Demokratîk

(kc)