‘Erdogan nikare meşa me ya ber bi azadiyê rawestîne’

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê daketin qadan û gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku gelê ku tekoşîn da meşandin û şehîd dan, tu hêz nikare wan rawestîne.

‘Erdogan nikare meşa me ya ber bi azadiyê rawestîne’
‘Erdogan nikare meşa me ya ber bi azadiyê rawestîne’
‘Erdogan nikare meşa me ya ber bi azadiyê rawestîne’
‘Erdogan nikare meşa me ya ber bi azadiyê rawestîne’
‘Erdogan nikare meşa me ya ber bi azadiyê rawestîne’
13 kanûn, 2018   14:26

QAMIŞLO

Ji bo gefên Tirkiyê li ser Bakûrê Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo daketin qadan û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir. Meş di nava kolanên sereke li navenda navçeyê dewam kir û li Qada Azadî veguhrî mîtîngê. Şêniyan dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG û YPJ`ê berz kirin û pankartên "Na ji Osmaniya nû re, bijî yekîtiya gelan, bijî yekîtiya gelê sûriyê, bêdengiya navneteweyî ji bo Efrînê şermezar dikin”.

Li Qada Azadî mecilsa navçeya Girkê Legê daxuyaniyeke da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Endamê rêveberiya meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl ve hate xwendin.

Cemîl nerazîbûna pêkhateyên Bakûrê Sûriyê ji gefên Tirkiyê re anî ziman û teqez kir ku hemû şêniyên Bakûrê Sûriyê li pêşiya dijminatiya Tirkiyê sekînine.

Cemîl wiha got:"Gefên Erdogan şaş in, tu qîmeta wê li hemberî gelê ku şoreşa serdemê birêve dibe tine ye. Me dikaribû saziyên sivîl û leşkerî ava bikra û bi rêya projeya demokratîk me dikaribû hêza herî tarî di cîhanî de têk bibira."

Cemîl anî ziman ku pêkhateyên Bakûrê Sûriyê nahêlin jinûva desthilatdariya Osmaniyan li herêmê pêk were û got:"Em nahêlin Osmanî axa me dagir bikin, gelê ku 4 hezar şehîd dan, nakeve."

Paşê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Esma Murad axivî û got:"Gelê me 7 sale tekoşînê dike û li ber xwe dide, gefên Erdogan bandorê li wan nake."

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakûrê Sûriyê bi dawî bû.

(jo)

ANHA