Encamên teqînên li Ezaz û Raî hatin eşkerekirin

Çavkaniyekî herêmî ji ajansa me re encamên teqînên ku li Raî û Ezazê çêbûn eşkere kir.

Encamên teqînên li Ezaz û Raî hatin eşkerekirin
12 kanûn, 2018   19:47

ŞEHBA

Li bajarokê Raî û bajarê Ezazê yên li Bakurê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, îro du teqîn rû dan. Li bajarokê Raî motorsîklêtek bombarkirî teqiya û li bajarê Ezazê jî erebeyek bombarkirî teqiya.

Çavkaniyek herêmî ragihand ku di encama her du teqînan de 14 çete ku bi navê polîsa leşkerî tên naskirin û çeteyên din ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 40 din jî birîndar bûne. Her wiha hat zanîn ku serçeteyê bi navê Zekeriya El-Abdullah di teqîna Raî de hatiye kuştin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî ragihand ku di encama her du teqînan de 9 sivîl bi birîndar bûne û heman çavkanî navên sivîlan bi me re parve kir. Navên sivîlan wiha ne: Ehmed El-Xemîs, Ebdulselam Mehmûd, Mihemed Hesen El-Şawî, Xidir Hemo El-Celûd, Osman Dahêr Elûş, Mihemed Xalêd El-Mehmûd, Mihemed Hisên Ilawb, Walî Hisên û Ehmed El-Hesen.

Heta niha tu aliyek berpisyariya teqînan hilnegirtiye ser xwe. Her wiha îro ber êvarê teqînek li bajarê Babê bi rêya motorsîklêtek bombebarkirî çêbû.

Heman çavkanî ragihand ku li herêmên Ezaz, Raî û Babê rewşa awarte heye.

(şx)

ANHA