Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa tenduristî û hawîrdorê bi komîteyan re nîqaş dike

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku di komîteyên tenduristî û hawîrdorê de asta kar bê bilindkirin û sîstema hundirîn ji komîteyên hawîrdorê re deynin.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa tenduristî û hawîrdorê bi komîteyan re nîqaş dike
12 kanûn, 2018   13:18

GIRÊ SPÎ

Di civîna ku li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa pêk hat de, cîgirên hevserokên Meclisa Rêveber Îlîzabêt Gewriyê û Rohilat Arif, hevserokên Desteya Tenduristiyê û Hawîrdorê Dr. Ciwan Mistefa û Xîtam El-Cildî û cîgirên hevserokên desteyê Hêvîn Şêxo û nûnerên Komîteya Tenduristî û Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser û Sivîl amade bûn.

Endamên komîteyên Rêveberiya Xweser û Sivîl, rewşa kar û zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin diyar kirin, her wiha pêşniyarên ji bo çareserkirina wan hatin kirin.

Buroya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di civînê de ji hemû komîteyan xwest ku asta karê xwe bilindtir bikin da ku bikarin xizmeta welatiyan bikin.

Di dawiya civînê de beşdaran îtifaq kir ku komîteyek ji 7 kesan ava bikin, ev 7 kes ji hemû rêveberiyên xweser û sivîl in ku sîstemeke hundirîn çêkin û li gorî wê tev bigerin.

(jo)

ANHA