Şêniyên gundewarên Reqayê ji ber nebaşiya rêyan bi gazinc in

Şêniyên bakurê gundewarên Reqayê ji ber nebaşiya rêyên sereke bi gilî û gazinc in. Şêniyan bang li şaredariyê kir ku girtekên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkê bigirin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê diyar kir ku sedema derengmayîna sererastkirina rêyan rewşa hewayê ye.

12 kanûn, 2018   09:12

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Piraniya rêyên herêmên Reqayê û gundewarên wê ji bilî barîna baranê ya zêde ku bû sedema lehiyan, di van çend salên dawîn de gelek zirar dîtiye û gelek çal lê çêbûne.

Bi hatina zivistanê re û barîna baranê ya zêde re rewşa rêyan her ku çûye xirabtir bûye û tevgera erebeyan û motorsîklêtan ku şênî di veguhastinê de zêde bi kar tînin, asteng dike û bi taybet piştî ku çalên rêya veguherîne birekên heriyê.

Girêdayî mijarê welatiya bi navê Dehiyê El-Mihemed El-Ayd a ji şêniyên gundê El-Hikumiyê ku bi 15 km dikeve bakurê Reqayê, wiha got: "Şaredariyê beriya vê gelek qelabên bermehiyan li ber mala min danîn, lê ji wê demê de ev bermahî wisa mane û piştî baranê tevgera me li ber malê asteng dike."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed El-Belaw jî wiha axivî: "Dema dayika min nexweş ket, ji ber çalên li ser rêyan, ambulansê nekarî heta ber deriyê mala min were. Min li gel şaredariyê gilî kir, lê heta niha min tu bersiv negirt."

Ji aliyê xwe ve endamê Şaredariya Gel a Hezîmeyê Ebdulkerîm El-Xelef bersiva giliyên şêniyan wiha da: "Li ser bangewaziyên şêniyan me hemû amadekariyên sererastkirina rêyan girt. Ji ber rewşa hewayê hewldanên me bê encam man û tevgera alavên xizmetguzariyê asteng kir û me nekarî xebatên sererastkirina rêyan bidomîn. Lê em ê di demeke nêz de li gorî derfetan xebatan berdewam bikin."

(şx)

ANHA