‘Divê civaka navdewletî der barê binpêkirinan de helwesta xwe diyar bike’

Evîn Cûma diyar kir ku Tirkiye hemû zagonên navneteweyî, bi taybet mafên mirovan di hundirê xaka Sûriyê de derbas kirine û bang li civaka navneteweyî kir ku kiryarên Tirkiyeyê bidin sekinandin.

‘Divê civaka navdewletî der barê binpêkirinan de helwesta xwe diyar bike’
12 kanûn, 2018   09:37

KOBANÊ

Di civîna ku li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê de hate lidarxistin, ajansa me hevpeyvînek bi hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê re çêkir. Di civînê de raporek li ser peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo ragihandina cîhanî ya mafên mirovan hate pêşandan.

Hevseroka Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku Tirkiyeyê hemû zagon û belgeyên navneteweyî, bi taybet mafên mirovan di hundirê Sûriyê û xeta sînor de derbas kirine. Evîn diyar kir ku Rêxistina Mafên Mirovan sûcên dewleta Tirk li Efrînê belge dike, her wiha kiryarên ku li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyê ji talankirina zeviyan, qutkirina berhema zeytûnan, birîna daran, şewitandina malên sivîlan, her wiha sûcên kuştinê û destdirêjiyan bi awayekî berfireh belge dike.

Evîn Cûma ji civaka navneteweyî xwest ku kiryarên dewleta Tirk di hundirê Sûriyê de bidin rawestandin.

Evîn Cûma der barê kar û xebatên rêxistinê de ev tişt anî ziman: "Em rewşa jinan dişopînin. Di hemû aliyan de alîkariya wan dikin, her wiha em rewşa zarokan jî dişopînin ji ber ku gelek zarok hene bi temenên xwe yên biçûk dixebitin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Mafên Mirovan sala 2013`an hate avakirin. Ew saziyek serbixwe ye. Bi awayekî dilxwazî kar dike û armanca wê ew e ku hemû binpêkirin û kiryarên dijmirovî belge bike.

(bx/jo)

ANHA