Ji şaredariya Serêkaniyê ji bo şêniyan bang!

Şaredariya Serêkaniyê bang li şêniyên Serêkaniyê kir ku heke di dîwarên malên wan de qelîştek çêbin, xeberê bidin şaredariyê.

Ji şaredariya Serêkaniyê ji bo şêniyan bang!
12 kanûn, 2018   08:44

BÊRÎTAN MEDÛSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Herêma Serêkaniyê di kantona Hesekê ya herêma Cizîrê de cih digire. Navê Serêkaniyê ji 360 kaniyên ku ji bajêr derdikevin, hatiye. Hetanî sala 2002’yan van kaniyan av dida herêmê û çemê Xabûr. Bi guherîna avhewayê û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarên Kurdan re, kaniyên Serêkaniyê jî miçiqîn. Ji ber vê yekê ji sala sala 2002`yan ve axa Serêkaniyê diçe xwarê (dihizime). Herî dawî jî di hefteya derbasbûyî de li taxa Ronahî ya Serêkaniyê axa malekê hizimî.

Têkildarî mijarê, rêveberê Daîreya Fenî ya Şaredariya Serêkaniyê Ebdulezîz Oso diyar kir ku di hefteya derbasbûyî de li taxa Ronahî ya Serêkaniyê malbatê ji ber ku qelîştek di xaniyê wan de çêbûne, xeber da şaredariyê û wiha dewam kir: “Şaredariyê malbat hişyar kir ku jê derkevin. Piştî ku derketin, hewşa malê çû xwarê.”

Bêkeşif xanîlêkirin qedexe ye

Osê destnîşan kir ku Serêkaniyê bi giştî xetere li ser heye, bi taybet jî taxa Ronahî, xeta Sûkê û wiha dewam kir: “Em niha nikarin ji kesekî re bibêjin xaniyan çênekin, lê me ji serê Mijdarê ve ruxsetên xaniyan dane rawestandin. Kesên ku çêkin jî divê agahiyê bidin me ji bo ku endezyar keşfê bikin. Rast e binê Serêkaniyê hemû vala ye, lê hinek cih axa spî ye ku dema ziha dibe yan jî şil dibe diherike. Hinek cihan jî kevir e. Niha tenê şansê xanî çêkirinê li cihên kevir heye. Herî zêde jî heta 3 qatan xanî divê werin lêkirin.”

Osê bang li gelê Serêkaniyê kir ku dema dîtin qelîştekek li xanî, hewş an jî dîwarên wan ketin, divê yekser serlêdana şaredariyê  bikin û şaredarî bi erka xwe rabe.

(kc)

ANHA