Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle

Dayika Cemîle yek ji mînakên jinên Efrînê yên berxwedêr e. Li herêmê ku herî zêde rastî êrîşên balafirên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê tê, li ber xwe dide û mala xwe vedigerîne cihê dermankirina şervanên YPG û YPJ'ê û wan bi moraleke bilind pêşwazî dike.

Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle
Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle
Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle
Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle
Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle
Mînakeke jinên Efrînê yên berxwedêr; dayika Cemîle
12 kanûn, 2018   08:40

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê bi vîn û israra girêdana bi xaka welat, li hember êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst li ber xwe didin. Hemû gel bi zarok û kesên temenmezin cihê xwe di berxwedana serdemê de digirin. Lê giyanê dayika Efrînê ya welatparêz û dilovan wateyeke din dide berxwedanê.

Dayika Cemîle Horo, 51 salî ye û ji şêniyên gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Dayika Cemîle ji malbateke welatparêz e û tevgera şoreşê ji destpêka damezirandinê ve nas dike. Dayika Cemîle di ciwantiya xwe de ruxmî zextên rêjîma Baasê tev li xebatên tevgerê dibe.

Dayika Cemîle piştî zewacê diçe bajarê Helebê û li taxa Eşrefiyê tevî hevserê xwe dimîne. Lê dayikê dest ji fikrên xwe yên şoreşgerî bernade û xeta şoreşgerî berdewam kir heta ku bandor li hevserê xwe jî dike. Bi vê yekê bi hev re xebatên şoreşgerî ji bo belavkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin.

Bi destpêka aloziya Sûriyê û çirûska berxwedanê li taxa Eşrefiyê re, Cemîle cihê xwe di xebatên birêxistinkirina şêniyan de ji aliyên fikrî û leşkerî ve digire. Piştî demekê tevî hevserê xwe diçin Kantona Efrînê û li herêma Racoyê bi cih dibin û li wir jî xebatên xwe didomîne.

Dayika Cemîle rolek girîng di çandina giyana şoreşgerî û welatparêziyê di dilê hemû kesên ku nas kiriye dilîze û hewl dide endaman tev li nav refa Şoreşa Rojava bike. Dayika Cemîle bang li hemûyan dikir ku tev li civîn û çalakiyên piştgiriya şoreşê bibin.

Di 20'Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafiran û çekên giran êrîşî kantona Efrînê kirin. Herêma Raco herêma herî zêde ku rastî êrîşên hawayî û topbaranê tê.

Bi bilindbûna asta êrîşan re piraniya malan wêran dibin û şênî neçar dimînin ku ji herêmê derkevin û biçin gundên derdorê. Lê dayika Cemîle tevî hevserê xwe li mala xwe dimînin û cihê xwe di berxwedana serdemê de digirin û piştgiriye şervanên YPG û YPJ'ê dikin.

Dayika Cemîle ji bo alîkariya şervanan mala xwe vediguherîne cihekî ku şervan lê bêhna xwe vedin û di dema ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker zêde bûn, bi moraleke bilind şervan pêşwazî dikirin û şervanên birîndar hembêz dikirin û birînên wan bi gotinên xwe yên dilovan û bi giyanê xwe ya dilpak derman dikirin.

Tevî wê jî dayika Cemîle ji bo amadekirina xwarinên şervanan û şûştina cilên wan kedeke mezin dide û pirî caran dayika Cemîle heta saetên berbangê şiyar dimîne da ku li birîndaran miqate be.

Girêdayî mijarê Dayika Cemîle wiha dibêje: "Tu zarokên min çênebûn. Lê ez şervanên YPG û YPJ'ê mîna ewladên xwe dibînim û heta dilopa xwîna xwe ya dawîn ez ê piştgiriya şervanan bikim."

Bi dagirkirina Efrînê re şêniyên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe dan Şehbayê. Niha dayika Cemîle tevî hevserê xwe li herêmê li ber xwe dide û di komîna herêma Ehdas de dixebite.

(şx)

ANHA