600 girtî li dijî tecrîdê ketine grevê

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja xwe ya 35’an de berdewam dike û her wiha di zindanên  dewleta Tirk de 600 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiriye.

600 girtî li dijî tecrîdê ketine grevê
12 kanûn, 2018   07:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven di darizandina xwe ya di 7’ê Mijdarê de ya li Amedê, destnîşan kiribû ku “ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ezê  dest bi greva birçîbûnê bikim.” Greva Leyla Guven di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ket roja xwe ya 35’an.

Piştgiriya ji bo Leyla Guven jî li gelek deveran berdewam dike. Di 27’ê Mijdarê de girtiyên di zindanên dewleta Tirk de ji  bo piştgiriya Leyla Guven dest  bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, li 117 girtîgehan ji 600’î zêdetir girtî ketine grevê.

Parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Elezîzê, 6 jinan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger daye destpêkirin, greva wan ketiye roja xwe ya 40’an û ev agahî dan: “Hem greva Leyla Guven, hem jî greva jinên di girtîgeha Elezîzê de bi awayekî bêdem û bêdorveger dest pê kir. ji 26’ê Mijdarê ve daxuyanî hatin dayîn ku li 117 zindanan dê grevên birçîbûnê ji 27’ê Mijdarê pê ve, bibin bêdem û dorveger. Grevên birçîbûnê bi armanca rakirina tecrîdê û ji bo ku birêz Ocalan bi parêzer, wasî yan jî heyetekê re hevdîtinê bike, pêk tên.”

Ji jinan çalakiyên piştgiriyê

Her wiha li derveyî zindanan jî çalakiyên piştgiriya ji bo Leyla Guven berdewam dikin.

Ji bo piştgiriya Leyla Guven, jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 10’ê Kanûnê de li Amed, Batman û Wanê ji bo 3 rojan grevek da destpêkirin. Piştî ku van çalakiyan dest pê kir, li Amedê 25, Li Batmanê 29 û li Wanê 14 jin, bi tevahî 68 jin hatibûn destgîrkirin.

29 jinên li Batmanê hatin destgîrkirin ku di nav de hevseroka HDP’ê ya bajêr Bêrîvan Helen jî hebû,  piştî îfadedayînê serbest hatin berdan. 14 jinên li Wanê hatin destgîrkirin, hê jî nehatine berdan û her wiha hate zanîn ku dema destgîrkirinê 24 saetan hatiye dirêjkirin.