Şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecînê rizgar kirin

Şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecîn rizgar kirin. Şer didome û şervanên QSD`ê bi pêşde diçin her wiha şervanan yek ji çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecînê rizgar kirin
12 kanûn, 2018   07:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa dawîn a Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tinekirina Terorê” bi hemû hêza xwe didime. Şervanên QSD`ê li gelek aliyên eniya Hecîn baregeha dawî ya çeteyên DIAŞ`ê li rojhilatê Firatê bi pêşde diçin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecînê rizgar kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku şer li eniyên Hecînê didome û şervanên QSD`ê bi pêşde diçin.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê yek ji çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Hecînê girtin.

(bx)

ANHA