Ji endamên jin ên Mala Êzidî peyamên Cejna Êzî

Endamên Mala Êzidî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Cejna Êzî li Kurdên êzidî pîroz kir. Her wiha berdewamkirina pêkanîna ayînên ola êzidî ruxmî binpêkirinên ku bi armanca qirkirina çand û dîrokê rastî wan tên, teqez kirin.

Ji endamên jin ên Mala Êzidî peyamên Cejna Êzî
12 kanûn, 2018   07:03

HENAN MIHEMED / HELEB

Bi rasthatina rojiya Êzî û amadekariyên cejna pîroz a Êzî, hevseroka Mala Êzidî a taxa Şêxmeqsûd a Helebê Nesrîn Gulê, cejn li gelê Êzidî pîroz kir û wiha got: "Gelê êzidî ji bo îbadeta Xwedê û ji bo teqdîskirina Rojê, rojiyê digirin."

Her wiha Nesrîn hêvî kir ku bi hatina cejna pîroz re aştî û hezkirin li tevahiya cîhanê belav bibe û diyar kir ku gelê êzidî, gelekî aştîxwaz e, ji ber wê cejna wan bi têgeha belavkirina xêrê û serketina wê li ser xirabiyê hatiye girêdan.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Komîteya Ciwanan Ewaş Cemo got rojiya wan di destpêka Kanûnê de li gorî salnameya rojhilat dest pê dike û piştre cejnê pîroz dikin. Her wiha Ewaş destnîşan kir ku êzidî di roja cejnê de serdana goran dikin û piştre hev du pîroz dikin.

Di berdewama gotinên xwe de Ewaş tekez kir ku ruxmî binpêkirinên ku der heqê wan de li Efrîn û beriya wê li Şengalê pêk hatine, dê pêkanîna ayînên xwe yên olî bidomînin.

Di dawiyê de Ewaş Cemo gelê Êzidî bi rashatina Cejna Êzî pîroz kir.

(şx)

ANHA