Li Strasbourg êrîş: 2 Kes mirin û 3 jî birîndar bûn

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê êrîşa bi guleyan rû da, di encamê de du kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Li Strasbourg êrîş: 2 Kes mirin û 3 jî birîndar bûn
11 kanûn, 2018   20:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsa Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku vê êvarê li bazara bajarê Strasbourgê ya rojhilatê Fransayê ku li ser sînorê Elmanyayê dikeve êrîşek bi guleyan rû da.

Rêveberiya Agirkujê jî diyar kir di êrîşê de du kes hatin mirin û 3 jî birîndar bûn.

Heya niha sedem û kesên li pey êrîşê nehatin naskirin.