Grava birçîbûnê ya li Kobanê di roja duyemîn de ye

Çalakiya grava birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan û piştgiriya çalakiya parlamentera Kurd Leyla Guven, di roja xwe ya duyemîn de bi tevlîbûna sedan kesî berdewam dike.

Grava birçîbûnê ya li Kobanê di roja duyemîn de ye
Grava birçîbûnê ya li Kobanê di roja duyemîn de ye
Grava birçîbûnê ya li Kobanê di roja duyemîn de ye
11 kanûn, 2018   14:59

KOBANÊ/STÊRA NEBÎ - ŞIRÎN MIHÊDÎN 

Bi sedan welatiyên Kobanê mezin, ciwan jin û mêr ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê li Bakurê Kurdistanê Leyla Guven ev du roj in di grava biçîbûnê de ne.

Çalakiyên greva li navenda çand û hunerê ya bajarê Kobanê dewam dike.

Îro jî endamê Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên Kobanê berê xwe da konê grava birçîbûnê.

Girêdayî mijarê kesên ku tevlî grava birçîbûnê bûne nerazîbûna xwe ji bo tecrîda anîn ziman û piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven teqez kirin.

Dayika bi navê Cîhan Mehmûd Derwîş wiha got:" Em îro tevlî grava birçîbûnê bûne da ku piştgiriya Leyla Guven û çalakî wê ya ji bo serok Ocelan re diyar bikin.  Bila her kes zanibe ku berxwedana me berdewam e, em ê li ser piya bin ta serokê xwe azad bikin û tecrîdê bi dawî bikin."

Cîhan di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kir ku bila erka xwe ya mirovî pêk bînin Ocalan azad bikin.

Jina bi navê Gelal Sadûn nerazîbûna xwe li hemberî tecrîdê anî ziman û ev tişt got :"Çalakiya me li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Apo ye, her wiha ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven e ku ev 34 roj in di girtîngeha dewleta Tirk de ye ketiye gravê. Têkoşîna me berdewam e ta sîstema îmralî hilweşînin. Bila her kes bizanibe eme li kêlk şervanên YPG`ê û YPJ`ê bisekinin û şer bikin ta ku em serokê xwe azad bikin û sîstema îmralî hilweşînin".

Li aliyekî din jî dayikeke din a bi navê Emîna Ehmed jî wiha got:"Em tevlî çalakiya grava birçîbûmê ya ku Kongra Star ji bo azadiya Serokê xwe û piştgiriya Leyla Guven daye destpêkirin, bûne. Em ê her tim çalakiyan li darxin û wekî jin em ê li hember dawelata Tirk ya faşîst bisekinin ta ku em bigihêjin aramanca xwe û bi serokê xwe azad bijîn".

ANHA