Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê

Bi hezaran şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Heseke 3 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê de li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.

Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
11 kanûn, 2018   13:48

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên hersê şehîdan ku yek jê şervanê Erkaxweparastinê ye û her du şehîdên din jî şervanên QSD`ê ne, ji pêş Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin. Navên şehîdan wiha ne:Sahêr El-Ebid, Ebid El-Rezaq û Ehmed Umer (Şahîn). 

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hat destpêkirin. Piştre, bi navê YPG’ê fermandar Ehmed Mihemed axivî û sersaxî ji malbatê re xwest.

Mihemed destnîşan kir ku destkeftiyên herêmê bi saya van şehîdan hatine bidestxistin û wiha dewam kir:"Bi saya van şehîdan şêniyên Dêrezorê ji kiryarên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Seher Mihemed got  bi keda şehîdan şênî rizgar bûn.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîdan ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman Salêh ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên şehîd namirin, her sê şehîd hatin definkirin.

(ekîb)

ANHA