Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê

Şêniyên Dêrîkê ku  îro vê sibê ketin greva birçîbûnê, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û gotin ku girtina Leyla Guven binpêkirineke li dijî mafê jinê ye.

Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
Şêniyên Dêrîkê jî ketin greva birçîbûnê
11 kanûn, 2018   12:04

QAMIŞLO

Ev 34 roje Leyla Guven ji bo tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalah di zîndana Îmralî de, ketiye greva birçîbûnê. Şêniyên Rojava jî piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê.

Piştî ku grevên birçîbûnê li Qamişlo, Çelaxa û Girkê Legê yên ku ji aliyê Kongreya Star û PYD`ê ve hatibûn organîzekirin bidawî bûn, îro pêkhateyên Dêrîkê û navçeyên wê konê greva birçîbûnê ku wê du rojan dewam bike, vekirin.

Konê çalakiyê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrîkê hate vedan. Kon bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Leyla Guven û şehîdan û alên kurdî hatibû xemlandin.

Di seat 8:00 sibehê şêniyan dest bi greva birçîbûnê ku 100 jê jin 154 kes ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb û Sûryan beşdarî grevê bûne, kirin. Kesên ku greva birçîbûnê girtine, cilên spî ku sembola aştiyê ye li xwe kirine.

Endama kordînasyona giştî ya Kongreya Star li Rojava Hediye Şemo di destpêka çalakiyê de axivî û got:"Em wek Kongreya Star tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin. Her wiha bi tundî kiryarên Tirkiyê û binçavkirinên derheqê Parlamenter û çalakvanên siyasî şermezar dikin."

Hediye diyar kir ku dê çalakiyên wan heta ku tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe û siyasetmedar ji zîndanan derkevin, bidomin û got:"Girtina Leyla Guven ji aliyê dewleta dagirker binpêkirinan derheqê jinan û mirovahiyê de dike, ji bo wê em wek Kongreya Star piştgiriya xwe bi Leyla Guven re didin nîşan dan."

Paşê gelek axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrîkê, hevgirtina zimanê Kurdî, Şaredariya Gel û aborî li Dêrîkê, her wiha li ser navê koma Kevneşopî ya girêdayî navenda Dijle ya Çand û Huner, hatin kirin. Axaftvanan teqez kirin ku berxwedan dewam dike û kes nikare li pêşiya berxwedaniya wan bisekine, ji ber ku di dibistana Rêber Ocalan de rêgezên demokratîk, azadî û berxwedanê fêr bûne.

pêkhateyên Dêrîkê derbarê mijarê ji ajansa me re axivin.

Seyda Hena Ibrahîm ku ji pêkhateya Kildanî ye, tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku tekoşer Leyla Guven di zîndana Tirkiyê de serbest  were berdan .

Seyda wiha got:"Tecrîda li ser Rêberê gelan zilim e û girtina tekoşer Leyla Guven binpêkirinê ye derheqê jinan de ye, ji bo wê em soz didin em ê tekoşîna xwe bilind bikin û dengê xwe bighînin raya giştî."

Hevseroka Meclisa navçeya Dêrîkê Dîlber Elî piştgiriya xwe bi tekoşer Leyla Guven re anî ziman.

Ehmed Cefal ê ji pêkhateya Ereb jî wiha got:"Ji bo tecrîda girankirî li ser rêberê gelan Ocalan em li virin, em kiryarên qirêj ên Tirkiyê li dijî gelê Kurd şermezar dikin."

Kon wê du rojan vekirî bimîne.

(jo)

ANHA