Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike

Behcet Ehmed ê 56 salî di wêneyên ku xêz kirine balê dikşîne li ser berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê ya li hemberî têknîka pêşketî ya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê.

Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
Ji bo Efrînê wêneyan xêz dike
11 kanûn, 2018   09:30

ELÎ KEDRO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Behcet Ehmed (56) ji gundê Termîşo yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê wênexêzan derbarê 58 rojên berxwedaniyê ku di mêjiyê wî de mane, xêz dike.

Dema ku Behcet 10 salî bû dest bi xêzkirina wêneyan kir û niha jî bûye şêwekar.

Wêne yek ji xeyalên Behcet bû, dema ku xwendina xwe di peymangeha Edhem Ismayîl a hunerên şêwekariyê li paytexta Sûriyê Şamê xelas kir, xeyalên xwe kirin rastî.

Behcet dema ku xwe fêrî xêzkirina wêneyan dikir rastî gelek zehmetiyan hat, di nav de dema ku refa 3 a amadekariyê de xwend terk kir, herwiha malbata wî nedihişt di peymangeha hunera şêwekariyê de bixwîn e, lê Behcet bi israra xwe zehmetî derbas kirin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê kir û komkujî pêk anîn, şêniyên wê neçar man jê derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Ji bo ku Efrînê hertim di bala Behcet de be, dest bi xêzkirina hin gund û navçeya Efrînê her wiha navenda bajêr kir. Di wêneyên wî de çiyayên bilind hemû bi rengê kesek û darên zeytûnê her wiha xweşikiya Efrînê û xwazaya wê tê dîtin.

Her wiha Behcet wêneyeke bajarê Efrînê bi rengê reş xêz kiriye. Behcet dest nîşan dike ku ew wêne êrîşên dagirker û komkujiyên derheqê welatiyên wê pêk hatin, nîşan dide.

Tevî ku alav û pêdiviyên xêzkirina wêneyan tine ne, hemû wêneyên xwe bi pênûsa hibir xêz dike.

Behcet Ehmed destnîşan kir ku dema ku wêneyekê xêz dike rastî gelek zehmetiyan tê, lê mayîna Efrînê di balê de û nîşandana berxwedana wê û derxistina xwazaya wê, hişt ku di xêzkirina wêneyan bi israr be.

(jo)

ANHA