Rêveberiya dibistanên Dêrazorê lihev civiyan

Rêveberiya dibistanên gundewarên rojhilat û rojavayî Dêrazorê ji Komîteya Perwerdê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrezorê re hin pêşniyar ji bo pêşketina xwendinê û rewşa ximetguzariyê ya dibistanan pêşkêş kirin. 

Rêveberiya dibistanên Dêrazorê lihev civiyan
Rêveberiya dibistanên Dêrazorê lihev civiyan
Rêveberiya dibistanên Dêrazorê lihev civiyan
Rêveberiya dibistanên Dêrazorê lihev civiyan
Rêveberiya dibistanên Dêrazorê lihev civiyan
11 kanûn, 2018   11:00

DÊRAZOR

Komîteya Perwerdê ya Dêrezorê civîn ji hemû navendên perwerdeyê yên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê re li dar xist.

Di civînê de hevserokên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê Kemal Mûsa û Hîbe Yasîn, hevserokên herêma Kîsra, Cezrat, Bisêra, Sûr, Şiêtat û rêveberiyên dibisatnên rojava û yên rojhilat amade bûn.

Civîn bi nîqaş, pişniyar û xwestekên hevserokên navendan ên li ser rewşa xwendin û ximetguzariya dibistanan dest pê kir.

Xalên civînê nîqaş li ser hatine kirin wiha ne: dagirtina şûna mamosteyên ku destûra dayîktiyê werdigirin, peydakirina nobedaran ji bo parastina dibistanan, sererastkirina dibistanên Dêrazorê, peydakirina pirtûkan, sobe û mazotê.

Komîteya Perwerdê hemû pişniyar û pêwîstiyên di derbarê dibistanan de nivîsadin û li gor derfetên heyî pêdiviyên dibistanan pêk bîbin.

Hevserokên Komîteya Perwerdê ji bo hemû navendan agahdariyên pêkanîna rêziknameyê ji bo bilindkirina asta xwendinê û ji bo xweperwerdekirinê dan.

(ekîb)

ANHA