Binpêkirinên nû di guhartina demografiya Efrînê de

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê qeydkirina endamên malbatê li navendên ku wan diyar kirine, ferz dikin.

Binpêkirinên nû di guhartina demografiya Efrînê de
11 kanûn, 2018   09:12

EFRÎN

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de, hewl didin şêniyên resen ên Efrînê  tune bikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê fez dikin ku berê xwe bidin navendên çeteyan ji bo tomarkirina endamên malbatê.

Hêzên dagirker li ser malbatan feriz dikin ku nav û temenê endamên malbatê qeyd dikin. Her wiha ji her kesê ku temenê xwe ji (11) derbas kiriye wêneyekî tekakesî dixwazin.

Çavkaniyan diyar kir ku armancê ji vê tomarkirinê qelsbûna hebûna şêniyên Kurd ên Efrînê ye û zemîna desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê yên ku neçar mane di encama êrîşan de ji malên xwe derkevin.

(ekîb)