‘Em piştgiriya Leyla Guven dikin heta ku daxwazên wê bi cih werin’

Jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku berxwedana Leyla Guven berxwedaneke pîroz e û gotin ew piştgiriya Leyla Guven dikin heta ku daxwazên wê bi cih werin. 

‘Em piştgiriya Leyla Guven dikin heta ku daxwazên wê bi cih werin’
11 kanûn, 2018   08:04

HESEKÊ

Hevseroka KCD`ê û Parlamentera HDP`ê ya bajarê Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Leyla heta roja îro dewam dike.

Derbarê mijarê de jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guven di zîndana dewleta Tirkiyê de, berxwedaniyeke pîroz e.

Rojka Silêman diyar kir ku ew piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin û got:"Berxwedana Leyla kesayeta jina berxwedêr nîşan dide, daxwaza wê daxwaza hemû gelê Kurd e. Em ê piştgiriya çalakiya Leyla bikin heta ku daxwazên wê bicih werin."

Dijle Bedirxan kiryarên dewleta dagirker derheqê siyastmedarên di zîndanê de şermezar kir û destnîşan kir ku Erdogan bi rêya kiryarên xwe hewl dide azadî û demokrasiyê têk bibe û êrîşî her kesê ku li pêşiya siyaseta wî derdikeve, dike.

Dijle got:"Em ê li her derê serhildanan li dar bixin, em ê çalakiyên xwe bilind bikin heta ku Rêber APO ji zîndanê derxînin û daxwazên gelê Kurd pêk bînin."

Hedle Fino jî bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabikin û kiryarên dewleta dagirker bidin rawestandin.

(jo)                                                                          

ANHA