‘Gelê Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê rastî polîtîkayên qirêj tên’

Partiya Hevbendî li Sûriyê û Buroya Mafên Mirovan li herêma Cizîrê destnîşan kirin ku gelê Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê rastî polîtîkayên qirêj tên, her wiha bang Ii rêxistin û saziyên navdewletî kir ku der barê binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê de helwestên xwe diyar bikin.

‘Gelê Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê rastî polîtîkayên qirêj tên’
10 kanûn, 2018   13:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Serokatiya Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) û Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya 10`ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Hevbendî de hate gotin ku 10`ê Kanûnê salvegera 70`emîn a Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan pîroz dikin da ku piştgiriya xwe bi wesîqeta dîrokî ku ji aliyê komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1948`an derket, diyar bikin. Di wesîqetê de mafê her kesî dûrî kok, reng, ol, cins, ziman, nêrîna siyasî, netewe û civakê hate ragihandin.

Her wiha Di daxuyaniya Hevbendî de hate diyarkirin ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û alîgirên wê yên leşkerî û terorîst ve hate dagirkirin. Ev yek binpêkirina mafên mirovan diyar dike. Li herêmê guhertina demografîk ji aliyê hikumeta Tirk a dagirker ve pêk tê. Hewl didin nasnameya kurdî biguherînin. Navê cihên şarestanî yên Kurdî diguhêrin her wiha niştecihên resen ên herêmê neçarî koçberiyê dikin. Koçberan ji herêmên gundewarên Şamê tînin û wan li şûna şêniyên herêmê yên resen bi cih dikin. Herî dawî jî ev yek li gundê El-Şamiye pêk anîn. Ev yek tê wateya beregehên nîjadî. Her wiha kuştin, revandin, îşkencekirin, dizî û talankirin bi awayekî rojane li dijî gelê Efrînê pêk tê û bi taybet Êzidî ku ji ber êrîş û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên rastî kiryarên hovane tên.   

Partiya Hevbendî li Sûriyê di daxuyaniya xwe de û bi boneya Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan bang li desteyên navdewletî, rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan ku der barê vê yekê de bikeve nava tevgerê û sînor ji êş û zehmetiyên gelê Sûriyê re deynin, zextê Ii hikumeta Tirkiyeyê bike ku ji herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine paşde vekişe û êdî bes destwerdana xaka Sûriyê bike.

Her wiha Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji 10`ê Kanûna 1948`an ve dema ku pîvanên sereke yên wesîqeta Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan hate ragihandin, paşê gelek hevpeyman û qanûn derketin ku teqez kirin ku divê mafên mirovan, kom, etnîsîte û çandan werin parastin. Lê ev yek bi rastiya heyî re lihev dikeve ku roj bi roj di aliyê binpêkirina mafên mirovan mezintir dibe. 

Ji ber wê jî binpêkirin zêde dibin heta ku gihîşt asta sûcên şer û komkujiyên li dijî mirovahiyê û mafên mirovan.

Buroyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Efrînê û herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve hatine dagirkirin bipêkirinên qirêj bi awayekî rojane têne kirin. Kutştin, revandin, binpêkirin, koçberiya bi darê zorê û guhertina demografîk li herêmê pêk tê. Ev binpêkirin li beramberê çavên hemû cîhanê tên kirin bêyê ku tu kes helwestên xwe diyar bikin. Ev yek jî tê wateya ku rêxistinên navdewletî ku bi navê parastina mafên mirovan bang li xwe dikin nikarin li hemberî hovî û binpêkirina dagirkeran tu tiştî bikin û nikarin çareseriyê ji wan binpêkirinan re deynin.

Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan bang li hemû sazî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên sivîl ên navdewletî û herêmî ku li dijî binpêkirin û sûcên ku têne kirin hewlestên xwe diyar bikin. Li pêşiya dadgeha taybet ên navdewletî hesab ji kesên ku sûc kirin bixwazin.

(bx) 

ANHA