Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê di roja  duyemîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Leyla Guven û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan li Girkê Legê di roja duyemîn de berdewam e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê di roja  duyemîn de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê di roja  duyemîn de ye
10 kanûn, 2018   13:49

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi hervseroka KCD‘ê û parlamentera HDP‘ê ya bajarê Culemergê Leyla Guven ku ji 7‘ê Mijdarê ve di zindana Amedê de ketiye greva biçîbûnê. Ev bûye 2 roj 125 şêniyên Girkê Legê yên Qamişlo li navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Girkê Legê ketine greva biçîbûnê.

Di nava wan 125 welatiyên ku ketine greva birçîbûnê de endamên sazî û meclisên navçeya Girkê Legê jî hene. Her wiha ji bo piştgiriyê şêniyên Dêrikê jî serdana çalageran dikin.

Di roja duyemîn a grevê de kesên ku di nava çalakiyê de ne  teqez kirin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin da ku tecrîda li ser Ocalan rabe. Tê payîn ku çalakiya grevê bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(ekîb)

ANHA