Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin

Partiya Yekitî teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dest bi guhartina nasnameyên kurdî kirine û Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku dewleta Tirk li Efrînê 257 sivîl kuştin, 742 birîndar kirin û 55 jin destdirêjî lê kirin û 350 sivîl dan koçkirin, her wiha 50 jin û 560 zilam û 13 zarok revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya Efrînê diguherînin
10 kanûn, 2018   14:20

QAMIŞLO

Bi rasthatina Roja Mafên Mirovan re bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya Tirkiyê û kiryarên li Efrînê re" partiya Yekitiya Demokratîk Kurdî li Sûriyê (Yekitî) ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ji bo kiryarên qirêjî ji mafên mirovan li Efrînê li pêşiya avahiya rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo mitîngek li dar xist. Her wiha rêxistina mafên mirovan li herêma Cizîrê daxuyaniyek der barê Roja Mafên Mirovan de da.

Di mitîngê de nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, Kongreya Star, Rêxistina Mafên Mirovan li herêma Cizîrê, fermandar û partiyên siyasî beşdar bûn. Beşdaran pankartên "Kuştina sivîlan û revandina wan sûcên tunekirinê ne”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Dagirkirina Efrînê sûc e” rakirin. Her wiha wêneyên qurbaniyên komkujiyên ku artêşa Tirk der heqê zarok, jin û sivîlên Efrînê de pêk anîne, hatin hildan.

Çalakiyê seatekê dewam kir. Paşê cîgirê sekreterê partiya Yekitî Mistefa Meşayîx axivî û destnîşan kir ku ev salvegera 70’yan Roja Mafê Mirovan e, roja ku Neteweyên Yekbûyî mafê mirovan ragihand ku parastina hemû kesan bike û da zanîn ku yek ji bendên girîng ew e ku her kes li gorî nirxên neteweya xwe bijî.

Mistefa Meşayîx teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî plana xwe ya sîstematîk dest bi guhertina nasnameyên Kurdan li Efrînê kiriye, li şûna malbatên sivîl li Efrînê malbatên çeteyan didin rûniştandin. Meşayîx bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku kiryarên Tirkiyeyê bide sekinandin û zextê li rêjîma Tirkiyeyê û hevalbendên wê bike ku ji Efrînê û hemû herêmên Sûriyê derkevin û bihêlin gel vegere welatê xwe.

Rêxistina Mafê Mirovan jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêxistinê Xalîde Îsa ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi rasthatina salvegera ragihandina mafên mirovan û li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî 10`ê Kanûna 1948’an Roja Mafên Mirovan hate ragihandin.”

Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan de hate diyarkirin ku binpêkirina ragihandina Roja Mafên Mirovan dê zêdebûna asta kiryarên mafan bike û rola rêxistinên dîktator nayê windakirin û wiha hate gotin: "Mînaka yekemîn dewleta Tirk cihekî fireh ji xaka Sûriyê dagir kiriye."

Rêxistina Mafên Mirovan teqez kir ku ji hêla dewleta Tirk ve li Efrînê 257 sivîl hatin kuştin, 742 hatin birîndarkirin û 55 jin destdirêjî lê hate kirin û 350 sivîl dan koçkirin, her wiha 50 jin û 560 zilam û 13 zarok hatin revandin.

(jo)

ANHA