Li Kobanê jî greva birçîbûnê dest pê kir

Bi dehan şêniyên Kobanê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û piştgiriya çalakiya parlamentera Kurd Leyla Guven, dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Kobanê jî greva birçîbûnê dest pê kir
10 kanûn, 2018   13:38

KOBANÊ

Piştî bajarên Qamişlo û Girkê Legê û navçeya Çilaxa, bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li Navenda Çand û Hunerê dest bi greva birçîbûnê kir û dê çalakî 4 rojan dewam bike.

Ev pêngav di merheleya sêyemîn a çalakiyên Kongreya Star de bi dirûşmeya "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û azad bi serokê xwe re bijîn" dabû destpêkirin. Bi dehan kes ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zîndana Îmralî û piştgiriya parlamentera HDP`ê û hevseroka KDC`ê li Bakurê Kurdistanê Leyla Guven, ketin greva birçîbûnê.

Di roja yekemîn de 70 kes ji bajarê Girê Spî û Kobanê ketin greva birçîbûnê.

Çalakî bi daxuyaniyekê dest pê kir. Daxuyanî wiha ye:

"Rêber Apo endezyarê hizir û ramanên azad e, avahîsazê modela demokrat e û vejînkarê dîroka rast e.

Ji ber ku Rêber Apo pêşengê rihê heqîqeta gelan e, fikr û paradîgmaya wî ji bo desthilatdar û mêjîperestan metirsiya herî mezin e. Dewleta Tirk tecrîda xwe ya giran li ser Rêber Apo dewam dike, ji ber vê yekê parlamentera HDP`ê Leyla Guven, greva birçîbûnê ragihandiye ta ku dîsa ji dewleta Tirk re bê ragihandin ku gelê Kurd tu carî tecrîda li ser rêberê xwe qebûl nake û ji bo piştgiriya Leyla Guven û têkoşîna li dijî tecrîdê em wek Kongreya Star, partiyên siyasî, tevahî sazî û dezgehên civaka demokratîk, hemleya greva birçîbûnê heta 4 rojan dest pê dikin."

Şêniyên ji bajar û gundan berê xwe bidin kon û beşdarî çalakiyê dibin. Dê semînerek li ser tecrîda girankirî ku hikumeta Tirkiyeyê li ser Ocalan û Leyla Guven ferz kiriye, bê dayîn.

(jo)

ANHA