Zaroka şehîd Sara di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Girê Spî şehîd Sara Mistefa ya 6 salî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin, bi bîr anî.

Zaroka şehîd Sara di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn
Zaroka şehîd Sara di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn
Zaroka şehîd Sara di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn
Zaroka şehîd Sara di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn
Zaroka şehîd Sara di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn
10 kanûn, 2018   13:28

GIRÊ SPÎ

Îro 40 roj di ser şehîdxistina zaroka 6 salî Sara Rifet Mistefa re derbas bûn.  Di 1`ê Mijdarê de, sekvanên artêşa Tirk a dagirker Saraya 6 salî ku li gundê Til Findirê yê rojavayê Girê Spî dema ji dibistanê vedigeriya malê, kir hedef û ew şehîd xist.

Di Roja Mafên Mirovan de, pirsa ku tê kirin û dayik û bavên Sarayê jî dipirsin ev e; gelo çima kujerên Sarayê nehatin cezakirin?

Li dibistana gundê Bîr Etwan a rojavayê bajarê Girê Spî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Girê Spî merasîma salvegera 40 rojiya şehîd Sara organîze kir. Bi sedan şagirt, mamoste û endamên saziyan tev li merasîmê bûn. Beşdarên merasîmê, wêneyên şehîd Sara û pankartên “Em hemû Sara ne”, “Qatilê zarokan Erdogan e”, “Sara di dilê me de ye” rakiribûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sozan Berces û ji rêveberên komîteya perwerdeyê ya navçeya Eyn Îsa Henan El-Zahir axivîn û diyar kir ku Sarayê çek ranekiribû û ne li qada şer bû, bi şehîdbûna xwe, bû stêrka ronahiyê ji bo nifşên pêşerojê.”

Di dawiya merasîmê de, hevalên Sarayê helbest ji bo bîranîna wê xwendin.

(kc)

ANHA