Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir

Heyva Sor a Kurd îro li gundewarên rojavayê Dêrazorê hemleya dermankirinê ji bo şêniyan da destpêkirin.

Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê dest bi hemleya dermankirinê kir
10 kanûn, 2018   13:07

DÊRAZOR

Li seranserî gundewarên rojavayê Dêrezorê hemleya Heyva Sor a Kurd dest pê kir. Her wiha 2 navendên tenduristiyê yên gerok hene; yek bi taybet ji bo jinan e û ya din jî ji giştî nexweşxan re ye.

Karê bingehîn ê van navendên tenduristiyê yên gerok, pêşkêşkirina dermanan ji bo koçberan e û taybet dermankirina jin û zarokan e.

Endamê ku di navendên tenduristiyê yên gerok de dixebite Fîras El-Elî der barê mijarê de wiha axivî: “Em wek Heyva Sor a Kurd li herêma Huwayêc Ziyab in û bi awayekî giştî dermanên zarokan, dermanên dil û dermanên sermagirtinê pêkêşî gel dikin."

Hemleya Hevya Sor a Kurd dê li tevahiya gundên rojava yên Dêrazorê dewam bike.

(ekîb)

ANHA