'Çalakiya me berdewama berxwedana Leyla Guven e'

Jinên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya li taxa Şêxmeqsûd bûne, destnîşan kir ku çalakiya wan berdewama berxwedana Leyla Guven di girtîgehê de ye, her wiha teqez kir ku ew ê çalakiya xwe heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin.

'Çalakiya me berdewama berxwedana Leyla Guven e'
10 kanûn, 2018   10:43

ROZANA DADO / HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd Kongreya Star bi armanca destekdayîna çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamenteya HDP`ê ya bajarê Culemergê yê bakurê Kurdistanê Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e û em ê girtîgeha Îmraliyê hilweşînin" çalakiya greva birçîbûnê li dar xist. 30 jin tev li çalakiyê bûne.  

Jinan destnîşan kir ku çalakiya wan berdewama berxwedana Leyla Guven di girtîgeha hikumeta Tirkiyeyê de ye.

Di vê çarçoveyê de jina ku tev li çalakiyê greva birçîbûnê bûye Fatma Mihemed destnîşan kir ku wan bi armanca destekdayîna Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi grevê kir. Her wiha diyar kir ku êşa gelê Kurd yek e û ji ber wê dê çalakiya xwe ya berdewama berxwedana Leyla Guven berdewam bikin.

Fatma bang li hemû jinan kir ku tev li çalakiyê bibin û li dijî hemû planên ku li dijî gelê Kurd têne kirin, bisekinin û zextê li dewletên cîhanê bikin da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de serbest were berdan.

Her wiha Fayiza Xelîl got ji taxa berxwedanê ew destekê didin Leyla Guven û çalakiya wê her wiha soza xwe ya berdewamkirina berxwedanê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku ji hemû gelên Rojhilata Navîn tê dikoşe, nû kir.

Welatiya bi navê Sîham El-Şêx jî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê bisekinînin û polîtîkayên binpêkirinê li dijî siyasetmedarên di girtîgehan de rawestînin û wiha got: "Em îro li vê derê kom bûne da ku em teqez bikin ku em bi azadiya hemû jinan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ne."

(bx)

ANHA