Dayika Fatima yek ji mînakên berxwedanê ye

Ji ber kiryarên çeteyan neçar ma ji mala xwe derkeve, lê tevî rewşa koçberiyê di cihê xwe de nema, bi rêya firotina şîraniyê û xwarinê li ser rêyan, malbata xwe xwedî dike.

Dayika Fatima yek ji mînakên berxwedanê ye
Dayika Fatima yek ji mînakên berxwedanê ye
10 kanûn, 2018   09:24

DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku êrîşî herêmekê dikin, hemû kiryarên qirêjî der heqê welatiyan pêk tînin, welatî jî neçar dimînin ji bajarê xwe koçber bikin û hemû mal û milkên xwe terk bikin, lê êşa koçberiyê rastî wan tê. Lê belê tevî wê yekê jî di cihê xwe de namînin û li pêşiya zehmetiyên jiyanê derdikevin. Yek ji wan jî dayika Fatima El-Ehmed ji şêniya gundê Salihiyê ye.

Malbata Fatima (51) ji 10 zarokan pêk tê û hevjînê wê gelek nexweşî pê re hene. Piştî ku ji gundê koçber bûn, ber bi herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgar kirin dibin, dayîka Fatima û zarokên xwe di dibistanekê de dijîn, lê ji ber zehmetiyên peydakirina pêdiviyên jiyanê, Fatima li ser lingê xwe sekinî û biryar da ku malbata xwe xwedî bike.

Fatima li ser besteke biçûk li ser rêyan xwarin û şîraniyê difroşe. Der barê mijarê de dayika Fatima wiha dibêje: "Çeteyên DAIŞ`ê em ji mafê jiyanê bê par hiştin û gelek kiryarên bêexlaqî li ser me pêk anîn."

Fatima destnîşan kir ku ew piştî ku ji malên xwe derketin, rastî zehmetiyan hatin û got:"Ji ber nexweşiya hevjînê min û temenê çûk yê zarokan, min biryar da ku ez li pêşiya zehmetiyan bisekinim û malbata xwe xwedî bikin." 

Fatima wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ê li vir bim û heta ku hemû herêm ji çeteyên DAIŞ`ê bê paqijkirin, ez ê vegerim mala xwe. Îradeya me ji kiryarên çeteyan mezintir e."

(jo)

ANHA