4 sal  derbas bû agahî ji xêrxwaz Şêx Nadir tune ye

Şêx Nadir Abdullah El-Nezal, yek ji kesayetên xêrxwaz ên Tirbespiyê ye. El-Nezal  di civaka navçeyê de navdar e. Kesayetiyeke bi belavkirina alîkariyê û çareserkirina nakokiyên di navbera welatiyan de tê naskirin. Çeteyên DAIŞ‘ê bi tewanbariya ku tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derdixîne ew girtine û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.

4 sal  derbas bû agahî ji xêrxwaz Şêx Nadir tune ye
4 sal  derbas bû agahî ji xêrxwaz Şêx Nadir tune ye
10 kanûn, 2018   07:39

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Şêx Nadir Abdullah El-Nezal Arif ji qebîleya Teyî ya herêma Cizîrê û yek ji rûspiyên êla Cewala ye. Şêx Nadir di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de li gundewarên başûrê Tirbespiyê di Çileya 2014‘yan de bû hedefa hişmendiya tarî ya dijminên mirovahiyê.

Dema ku çeteyên DAIŞ‘ê herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê heya başûrê Çil Axa û Girkê Legê û Til Hemîsê dagir kiribûn şêx û rûspîyên herêmê bang li YPG û YPJ‘yê kirin. Li ser vê bangê pêngava rizgarkirina herêmê dest pê kir.

Di wê demê de Şêx Nadir Abdullah El-Nezal û Abdulrehman El-Reşîd komek ava kirin. Da ku gel li hemberî rastiya çeteyên DAIŞ‘ê hişyar bikin.

Şêx Nadir bi tewana derxistina tevliheviyê hat revandin

Çeteyên  DAIŞ’ê di 17`yê Çileya 2014‘an de Şêx Nadir El-Nezal ji mala wî ya li gundê Elaya Tewîl revandin. Li ser vê yekê Şêx Ebdulreheman El-Reşîd ku hevalê Şêx Nadir El-Nezal e dibêje ku wê demê DAIŞ’ê çeteyên xwe yên kurd yên ji Başûrê Kurdistanê şandine gundewarên wan.

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd wiha dibêje: "Dema me hemleya hişyarkirin û lihevkirinê di navbera pêkhatên herêmê de dabû destpêkirin Şêx Nadir El-Nezal fam kir ku em bûne hedef. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel ji bo parastina me, ji me xwest ku em biçin cihekî bi ewle. Heya pêngav bi dawî bû, ez li mala xwe ya navçeyê mam. Lê Şêx Nezal ev yek qebûl nekir û mala xwe neterikand.”

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku çeteyên  DAIŞ’ê bi riya ajanên xwe gotina “me zanyar bir lê Şêx ma” belav kirine û wiha got: “Bi vê gotinê min îşaret dikirin.”

Heya niha eqûbeta Şêx Nadir El-Nezal ne diyar e. Malbat, xizmên wî û gundê Elaya Tewîl li benda wî ne. Gelek şêniyên herêmê texmîn dikin ku çeteyan ew kuştine.

ANHA