‘Erdogan sûcdarê şer e, divê were cezakirin’

Nivîskar û rojnamevanê Misrê Seyîd Ebdulfetah diyar kir ku divê komîteyek an jî komeke ji hiqûqnasên navdewletî were avakirin da ku têkildarî sîstema Tirkiyeyê ya ku Erdogan serkêşiya wê dike lêpirsînê veke û wiha got: "Erdogan sûcdarê şer e, pêwîst e were darizandin.”

‘Erdogan sûcdarê şer e, divê were cezakirin’
10 kanûn, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rojnamevanê Misrê Ebdulfetah Seyîd di hevpeyvîneke li gel ajansa me de anî ziman ku bûyerên li Efrînê rû didin ji rêzebinpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê gelê Kurd de ne û got ev binpêkir hişmendiya Erdogan a li dijî gelê Kurd diyar dikin.

Seyîd dagirkirina Efrînê wek planeke sûcdar li dijî mirovahiyê bi nav kir û wiha domand: "Efrîn di encama komployeke navdewletî de hate dagirkirin û gelê Kurd berdêla wê da. Armanca ji dagirkirinê, qirkirina gelê Kurd li Efrînê bû. Ji ber ku Efrîn wek sembol ji gelê Kurd re tê hesibandin."

Ebdulfetah El-Seyîd bêdengiya civaka herêmî û navdewletî ya ji êrîşên li dijî Efrînê re rexne kir û got bûyerên ku li Efrînê rû dane sûcekî mirovî ye ku hebûna Kurdan dike hedef, bêdengiya navdewletî û herêmî jî piştgiriyê dide êrîşan.

Ebdulfetah berxwedana gelê Efrînê û hêzên wê yên leşkerî ya ku heta niha di pêngava duyemîn de berdewam e, silav kir û got: "Ez di wê baweriyê de me ku wê ev berxwedan bi ser bikeve û Efrînê rizgar bike."

Têkildarî komcivîna navdewletî ya 'Qirkirina etnîk û guhertina demografîk a Efrînê' ku di 2'yê Kanûnê de li navçeya Amûdê hatibû lidarxistin û ku 3 rojan dom kir, Seyîd wiha got: "Komcivîn hindekî dereng ma lê dîsa jî gavek girîng e. Divê li gorî kar û xebatên bêne meşandin, her wiha divê li hemberî kiryarên Tirkiyeyê sekinandinek ji aliyê navdewletî û cîhanî û heta pergalên ku parastina mafên mirovan îdia dikin hebe."

Divê fermendar û berpirsên Tirkiyeyê li ser asta navdewletî werin cezakirin

Girêdayî binpêkirinên Tirkiyeyê li Efrînê, Seyîd destnîşan kir ku Tirkiyeyê li Efrînê sûcek der heqê mirovahiyê de pêk aniye û divê bê ceza nemîne û ev tişt anî ziman: "Divê pergala Tirkiyeyê li qada navdewletî were darizandin û cezaya rast û adil lê were birîn."

Her wiha Ebdulfetah Seyîd diyar kir ku beşdarbûna kesayetên navdewletî û cîhanî di komcivînê de, eleqedariya navdewletî bi binpêkirinên Tirkiyeyê li Efrînê xuya dike.

Di dawiyê de Ebdulfetah Seyîd pêwîstiya avakirina komîteyeke hiqûqî û navdewletî ji bo cezakirina rêjîma Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdogan destnîşan kir û got: "Erdogan sûcdarê şer e, divê were dadgehkirin. Ji ber ku xwest gelê Kurd li Efrînê qir bike. Tu bihaneyek exlaqî ji kirinên Erdogan li Efrînê tune ye. Divê tevgereke çapemeniyê hebe ku hemû sûcên Erdogan û artêşa wî li Efrînê eşkere bike."

(şx)

ANHA