‘Beşdarên komcivînê erka teşhîrkirina binpêkirinên Tirkiyê hilgirtin‘

Endama Komîteya Amadekar a Komcivîna Navdewletî ya girêdayî 'Qirkirina nijadî û guhertina demografîk a Efrînê' Leyla Siwar bal kişand ku komcivîn encam girt, hemû beşdarên komcivînê xwe wekî berpirsyarên teşhîkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê dîtin. Leyla Siwar her wiha destnîşan kir ku ji bo şikandina bêndengiya civaka navdewletî ya ji zêdegaviyên Tirkiyê li Efrînê plansazî hatin girtin.

‘Beşdarên komcivînê erka teşhîrkirina binpêkirinên Tirkiyê hilgirtin‘
10 kanûn, 2018   05:20

EHMED MIHEMED/NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî naskirina biryarên Komcivîna Navdewletî ya 'Qirkirina nijadî û guhertina demografîk a Efrînê' ku di dîroka 2-3-4'ê Kanûnê de li bajarê Amûdê yê kantona Qamişlo ya Bakurê Sûriyê hatib lidarxistin, her wiha makenîzmeya xebatên pêşerojê û asta bandora wê li ser asta herêmî û navdewletî ya, wekî ajansa Nûçeyan a Hawarê me  hevpeyvînek li gel endama Komîteya Amadekar a komcivînê Leyla Siwar kir.

‘Komcivîn ji pêwîst bû ‘

Leyla Siwar di destpêka gotinên xwe girîngî û pêwîstiya lidarketina komcivînê anî ziman û got: "Lidarxistina komcivînê di vê demê de bi taybet girîngiyek bû û ji pêwîstiyekê hat. Ji ber gelek armancan me ev komcivîn li dar xist. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê hemû pêkhateyên gelê Efîrnê de binpêkirinan dikin. Me xwest di vê komcivînê de balê bikşînin li ser komplo û binpêkirinên ku der heqê gelê Efrînê yên resen de têne kirin. Her wiha ku em karibin bêdengiya rêxistinên mafê mirovan ên navdewletî ji van binpêkirinan bişkînin. Li milekî din jî her kes bi berpirsyariyên xwe li hember bûyerên ku li Efrînê rû didin rabin."

‘Astengkirina beşdarbûna kesên ku hatine vexwendin berdewamkirina komployê ye‘

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NLRS) gelek kesayet, di nav de siyasetmendar, rewşenbîr û akademîsyên ji bo komcivînê bexwendibûn, lê gelek kes ji ber astengiyan nedikarîn beşdarî komcivînê bibin. Leyla Siwar li ser astengiyên ku di komcivînê de derketin wiha tîne ziman: "Rewşa hindek kesên ku hatine vexwandin ne guncaw bû, her wiha hindek kesayetên din ji aliyê hikumetên herêmî ve hatin astengkirin, ev yek asta berdewamkirina komployê diyar dike."

‘Tevî asteniyan komcivîn baş bi rêve çû‘

Girêdayî bandarona nebeşdarûna hin kesên hatin vexwendin û astengiyên ku derketin Leyla Siwar wiha axivî: "Rast e gelek mêvan nikarîbûn beşdarê komcivînê bibin. Lê bi rêya peyamên nivîskî, skype û dîmenên qeydê tev li komcivînê bûn û bi nêrînên wan nîqaşên komcivînê dewlemend bûn. Em dikarin bêjin ku armanc û hewldanên astengkirina komcivînê ti encam negirt."

‘Bandora komcivînê li ser astên hundirîn û navdewletî hebû ‘

Li ser pirsa çiqas ev komcivîn di asta hundirîn û navdewletî de bandor kir, Leyla destnîşan kir ku ev komcivîn, tekane çalakiye ku ewqas kes ji herêmên Bakurê Sûriyê û welatên herêmî û biyanî tevlê dibin. Ji ber wê bandorek wê yê erênî li ser gelek astan, di serî de ji bo gelê Efrînê û Sûriyê an jî navdewletî hebû, ruxmî astengiyên ku rastî lidarketina komcivînê hatine û di serî de astengkirina tevlêbûna hindek mêvanan.

Leyla wiha domand: "Beşdaran di komcivînê de qirkirina li Efrîn ji hemû aliyên siyasî, leşkerî, aborî, dîrokî û hiqûqî ve nîqaş kirin. Her wiha gelek rapor û belgeyên ku binpêkirinên ku der heqê gelê Efrînê de tên kirin isabt dikin ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de beşdaran gihaştin rêzebiryaran û pêşnûmeyan ku xizmeta Efrînê dike. Her wiha beşdarên komcivînê karî peyama pêwîstiya li ser binpêkirina ku der heqê gelê Efrînê de tên kirin ragihand."

Leyla di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku komcivîn ji bo şikandina bêdengiya navdewletî ji binpêkirinan û peyadkirina belge û raporên pêwîst ji aliyên têkildarî aliya siyasî û hiqûqî re gihaşt biryara berfirehkirina qada daxwaza bidawîkirina binpêkirinên Tirkiyê, li hemû bajar û welatên ewropa û Ereban.

Bi armanca berfirehkirina qada çalakiyên pêşerojê aktîvkirina rola komîteya şopandinê

Têkildarî biryar û pêşnûmeyên komcivînê Leyla Siwar destnîşan kir ku rêzebiryarname û pêşnûmeyên ku ji komcivînê derketine wê makenîzameya kar ji bo eşkerekirina binpêkirinên ku li dijî gelê Efrînê pêk tên hêsan bike. Her wiha Leyla da zanîn ku bi rêya komîteyek şopandinê ku ji beşdarên komcivînê pêk tê,  ji bo berfirehkirina qada civînên pêşerojê bi armanca şikandina bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê li gel belgekirina wan binpêkirinan bi rêya raporên qanûnî û mirovî  xebatan bimeşîne.

(şx)

ANHA