Cenazeyên her du birayên Zehîbî li Bane hatin veşartin

Cenazeyên her du birayên bi paşnavê Zehîbî yên roja Înê li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên her du birayên Zehîbî li Bane hatin veşartin
9 kanûn, 2018   16:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Her du birayên bi navê Rehîm û Keywan Zebîhî ji bo fîlmekî li ser kolberan çêbikin çûbûn bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, lê ji hêla kesên ne diyar ve hatibûn kuştin. Îro bi tevlîbûna gelek hunermendan, li goristana gundê Selîm Begê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Qeymeqamê Baneyê Mihemmedê Felaxî li ser kuştina her du birayan daxuyaniyek weşand û got, kujer hatiye girtin. Tevî nerazîbûnên gel ku dibêjin her du bira bi armancên siyasî hatine kuştin, qaymeqamtiyê diyar kir ku kujer li xwe mikur hatiye û gotiye, ji ber sedemên aborî her du bira kuştine.

Her du birayên hatin kuştin, roja înê li gundê Mezû yê bi 5 kîlometreyan dûrî bajarê Bane, di nava seyarekê de bi awayekî ku destê wan pişt ve girêdayî hatin şewitandin.

Derhênerê Kurd Rahîm Zebîhî di sala 1981'an de  li bajarê Bane yê ji dayik bûye. Yek ji sînemakarên bi hêz ê Kurd e. Nêzî 20 film û kurtefilm çêkirine. Beşdarî zêdetirî 50 festîvalên hunerî û sînemayî yên li Îran û cîhanê bûye. Gelek xelat girtine.

Derhênerê Kurd Rahîm Zebîhî diyar kiribû ku xemên mirovan ew kiriye sînemakar. Rehîm di piraniya filmên xwe de jiyana Kurdan û cudakariya li hemberî Kurdan destnîşan kiriye.

Kurtefilmên weke Hawar, Satalayt, Bidawîbûna Şer, Ew Zilamê çûbû Seyranê, Terorîstek Dadikeve, Roja Dawî, Stres, Semaya Rengan, Welatê Efsanê çêkirine.