Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê

Cenazeyê 4 şehîdn bi tevlêbûna bi sedan kesî li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
9 kanûn, 2018   16:39

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrazorê, bajaroka Bisêra û gundewarên wê, gundê Diweyir û Sehba, tevî endamên Saziya Malbatên Şehîdan şervanên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Selah El-Mixlif (Esed Diwêr) û Mihemed Afir Xazî ku 30‘ê Mijdarê şehîd bûne û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cerîz Mihemed El-Xelef û Îbrahîm El-Ehmed ên ku erka xwe pêk di anîn şehîd bûbûn ji deriyêketina bajaroka Bisêra wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeya rêzgirtin û merasîma leşkerî ji aliyê şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve pêk hat. Ji rêveberên MSD‘ê Salih Umer axivî û ev tişt anî ziman: "Îro em çar kulîlkan oxir dikin, divê em li hemberî fedekariya van ciwanan ku ji bo rizgarkirina me zulmê  û avakirina civaka azad û demokratîk berdêlên giranbuha dane bi minetî û rêzdarî bisekinin."

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Tirkî axivî û hemû cangoriyên azadiy ê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandar Mustefa El-Ehmed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, bi xwîna xwe berxwedana efsenewî xêz kirin, em bi şehadeta wan serbilind in."

Piştî axaftinan rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal wesîqeyên şehadetê yên her çar şehîdan xwendin û da malbatên wan.

Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA