Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin

Şêniyên herêma Reqayê cenazeyê şervanê QSD'ê Wail El-Mistefa bi nasnav Wail Kobanê yê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li goristana şehîdan a gundê El-Hikumiyê spartin axê. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdekî Şerê Tinekirina Terorê de eşkere kir.

Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Wail Kobanê li Reqayê hat veşartin
9 kanûn, 2018   16:18

REQA

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê ji bo wergirtina cenazeyê şehîd li ber çerxerêya El-Firûsiyê kom bûn. Piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi goristana şehîdan a gundê El-Hikumiyê ve ketin rê.

Tevî şêniyan nûnerên Meclisa Saziya Şehîdan, Meclisa Sivîl a Reqayê, şervanên QSD'ê, endamên Mala Jin û meclisên gel ên Reqa û gundewarê wê tev li merasîmê bûn.

Li goristanê bi dehan şêniyên gundê El-Hikumiyê, Hezîme û gundên derdorê tev li merasîmê bûn. Her wiha şêniyan li gel berzkirina dirûşmeyên 'Şehîd namirin' cenazeya şehîd hilgirtin ser milên xwe û danîn ser dika goristanê da ku merasîm destpê bike.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD'ê destpê kir.

Piştre bi navê QSD'ê fermendar Merwan Reqa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Ta bidestxistina serkeftinê em şopdarên rêya şehîdan in. Ji bo jiyanek azad û bi rûmet û aram û ji bo qewirandina terorê divê em asta têkoşînê bilind bikin."

Paşê bi navê Mala Jin Xaliye El-Kecwan axivî û destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan jin azad bû û rola xwe ya pêşeng di hemû saziyan de lîst. Her wiha anî ziman ku ew deyndarên xwîna şehîdan in û wiha got: "Em bejna xwe li hember dayîkên wan lehengên ku di rûpelên dîrokê de destenên lehengiyê xêz kirine ditewînin."   

Piştî bi dawîbûna axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Ismaîl Ibrahîm bi nasnav Sêf ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de rêhevalên şehîd Wail Kobanê cenazeyê hevalê xwe di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA