Ji Yekitiya Rewşenbîran peyama sersaxiya ronakbîr Cemal Nebez

Koordînasyona Yekitiya Rewşenbîran a Bakurê Sûriyê sersaxî ji malbata ronakbîrê Kurd Cemal Nebez re xwest û got xwediyên dilfireh û xwedî asoyên ronak tenê dikarin êşa gelê xwe ku bi azaran dagirtî ne û bi hêviyan hatine hûnandin, hîs bikin.

Ji Yekitiya Rewşenbîran peyama sersaxiya ronakbîr Cemal Nebez
9 kanûn, 2018   11:03

QAMIŞLO

Duh ronakbîrê Kurd  û profesor Cemal Nebez ku jiyana xwe hemû xistibû xizmeta gelê Kurd, zimanê kurdî û dîroka Kurdan, li paytexa Almanya Berlînê koçî dawîn kir.

Koordînasyona Yekitiya Rewşenbîran a Bakurê Sûriyê bi boneya wefata ronakbîrê Kurd Cemal Nebez, peyameke sersaxiyê da.

Di peyamê de hate gotin ku xwediyên dilfireh û xwedî asoyên ronak tenê dikarin êşa gelê xwe ku bi azaran dagirtî ne û bi hêviyan hatine hûnandin, hîs bikin û hêviyên azadîxwazan ku ji zilm û zordariyê werin rizgarkirin, hembêz bikin. Di peyamê de wiha hate gotin:

“Zanyar, siyasetmedar, fermandar û şervanên gelê me yên dilsoz bi vê hizir dikin û me di fikra xwe de rêya wan ber bi azadiyê ve şopand. Bi helwesta wan a leheng wekî berxwedana çiyayên Kurdistanê bi têkoşîna rewşenbîran ji mêjiyên ronakbîr û kaniyên zanyar û afrîneran.

Em wek Kordînasyona Yekitiya Rewşenbîrên Bakurê Sûriyê ji ber koçkirina dawîn a ronakbîr û profesorê kurdistanî Cemal Nebez dilbiêş in. Em dilaramiyê ji gelê xwe û malbata ronakbîr re dixwazin. Em hêza rizgariyê li hemberî hemû rewşên stûxariyê ji wan werdigirin û em şopa van nemiran bidomînin.

Ey lehengê Kurdistanê dilaram be û ji rihê te re aramiya hemdemî.”

Cemal Nebez di sala 1933'yan de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Nebez xwendina xwe li gelek bajarên başûrê Kurdistanê û Iraqê qedandiye. Nebez zagonsaziya îslamî (zanista şerîetê) û felsefe û zanistên olî qedandine. Di sala 1962'yan de koçberî Ewropayê dibe da ku xwendin û lêkolînên xwe yên jêderên perwerde û perwerdekirinê û îslamî û Îranî temam bike. Her wiha zanista siyasî, çapemenî û hiqûqî li zanîngeha Berlînê xwendiye.

ANHA