Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin

Ev 2 sal e koçberên li kampên Minbicê di nava şert û mercên zehmet de roja xwe derbas dikin, koçberên ku ji sozên rêxistinên mirovî bê hêvî mane, hewl didin rêbazên din bi kar bînin da ku rewşa kampê baştir bikin.

Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
Koçberên kampa Minbicê rewşa kampê bi xwe baştir dikin
9 kanûn, 2018   10:38

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Ev 2 sal e di ser koçberên kampa Minbicê re derbas bûne, êyî ku çareseriyek ji rewşa wan re di were dîtin. Kampa Minbicê ji 2 beşan pêk tê. Di beşa yekem de 340 kon û di beşa duyem de 445 kon hene. Hejmara koçberan li her du beşan zêdetirî 5 hezar û 600 koçberan e.

Hejmara koçberan ji vê zêdetir bû, lê piştî ku QSD'ê herêmên Tebqa û Reqayê û hindek dever ji gundewarên Dêrazorê rizgar kirin, koçberên wan deveran vegerîn warên xwe û li şûna xwe koçberên ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û serweriya rêjîma Sûriyê de reviyane, hiştin.

Piraniya koçberên ku niha li kampê ne, ji Meskene û Dêr Hafir in ku di bin serweriya rêjîma Sûriyê de ne. Ev koçber ji ber ewlehî û aramiya li herêmê di kampê de mane.

Lê mayîna di bin konekî de mîna wê azarê ye û bi taybet piştî ku koçber ji sozên rêxistinan bê hêvî mane û nema dengê wan digihîje aliyên têkildar. Koçberan ji bo vê rewşê derbas bikin tekane rêya xilasiyê di sererastkirina konên xwe de bi xwe dîtine.

Her koçberek li gorî pêwîstiyê kon û derdora kon bi xwe çêdike. Hindek koçber konên xwe bi cawên kevn parspan dikin da ku dengê barîna baranê kêm bikin û hindek din jî zemîna derdora konên xwe bi keviran radixin da ku ji heriyê xilas bibin.

Her wiha koçberên din jî ji bo ku ava lehiyan derbasî konên wan nabe, zemîna pêşiya konên xwe bi keviran radixin û derdora kon dikolin da ku av biherike û li ber kon kom nebe. Ji bo parastina konan ji şewatê, koçberan li nêzî konên xwe hema cihek ji heriyê çêkiriye da ku tê de xwarinê çêkin.

Girêdayî mijarê koçbera bi navê Yusra El-Şelbî destnîşan kir ku wan ji bo parastina konan ev cihên biçûk ji heriyê ava kirine. Ji ber ku eger kon bişewite wê tu cihekî din xwe lê bispêrin nemîne. Her wiha Yusra destnîşan kir ku zarokê wê ji ber sermayê nexweş ketine û bi êvaran ji ber kuxikê nikarin xew bikin.

Koçber ne tenê wan bertekan digirin lê ji deverên biçûk ku di navbera konan de dimînin, bi sebzeyan diçînin û yên nikarin wê deverê peyda bikin, di felînekê de diçîne da ku xwarina xwe jê peyda bikin.

 (şx)

ANHA